Li Geverê bisedan kes di xwarina fitarê de hatin gel hev

Li Geverê bisedan kes di xwarina fitarê de hatin gel hev

Nûnertiya Geverê ya MEYA-DER’ê ji bo malbatên gêrîlayên PKK’ê xwarina fitarê dan.

Li Geverê ji bo malbatên gêrîlayên PKK’ê û HPG’ê ên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dane, Nûnertiya Geverê ya MEYA-DER’ê xwarina fitarê da. Ji bo xwarina fitarê Komunên Gundan û Şaredariya Geverê jî tevkarî dan. Di ketina Parka Çandê ya Mûsa Anter de ala PKK’ê pêve daliqandin, li qada ku xwarin jî lê hate dayîn posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mahsûn Korkmaz (Egîd) daliqandin. Ji bilî malbatên gêrîlayên PKK’ê û HPG’ê Serokê BDP’a Geverê Naîl Dûrmaz, Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Canan, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredara berê ya Geverê Rûken Yetîşkîn ku bi fermana Wezîrê Karê Hundir ji peywirê hatibû dûrxistin, endamên Meclisa Giştî ya bajar, KESK, DÎSK, endamên Meclisa Jinan, TUHAD-FED, xebatkarên Azadiya Welat, Dayîkên Aştiyê, endamên Kooperatîfa Jinên Geverê tevlî bûn.

Beriya xwarinê deqîqeyek rêzgirtinê hate girtin û di Nûnerê Geverê yê MEYA-DER’ê Cengîz Ortaş axivî û da diyarkirin ku, ew dê di şopa kesên di “tekoşîna azadiyê” de jiyana xwe ji dest dane, soza girêdayînê da.

Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Canan got: “Ji bo şehîdan çi bê kirin kême. Bi saya şehîdên tevgera azadiya Kurd serê me bilind de. Ev şehîd, şehîdên gelê Kurd û azadiyê ne.” Canan behsa tekoşîna Rojava kir û diyarkir ku, “Em weke Gever û Colemêrgê li pişt Rojava ne. Em amadene ku bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin gelê xwe yê Rojava.”

Piştî axaftinan, mewlûd hate xwendin û bi bangdana mela re bi sedan kesan dest bi xwarina fitarê kir.