Li Farqînê 6 kes hatin girtin

Li Farqînê 6 kes hatin girtin

Li  navçeya Farqîn a Amedê ji ber bûyerên di xwepêşandanên ji bo Kobanê de rû dan ji 8 kesên hatibûn binçavkirin 6 kes hatin girtin.

Li Farqînê 8 kesên piştî xwepêşandanên şermezarkirina êrîşên li hember Kobanê hatibûn binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Li wir ji kesên bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin Ş.K., S.E., S.H., M.M., A.N  M.B. hatin girtin, O.Ç. û V. Y. hatin berdan.