Li Ewropayê li dijî komkujiyên bi wesayitan çi tevdîr hatin standin?

Li welatên Ewropayê li dijî komkujiyên bi wesayitan gelek tevdîrên ewlehiyê karîger jî bin di van de tê zanîn a herî karîger a psîkolojîk e.

Li welatên Ewropayê komkujiya dijmirovî ya herî dawî ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anîbû li Barselona, paytesxta Katalonya pêk hatibû. Piştî van komkujiyên ku bi Fransayê re dest pê kirî her çendî gelek tevdîrên jidiyayî yên ewlehî karîger bin jî tê zanîna a herî pir karîger a psîkolojîk e.

LI FRANSAYÊ BERNAMEYÊN GIRÎNG BI KARANTÎNAYÊ TÊNE KIRIN

Li Fransayê 14’ê Tîrmeha 2016’an li Nîceyê di dema pîrozbahiya şoreşê de kamyonekê li xeta peravê dabû nav gel 84 kes kuştibûn. Piştî vê êrîşê ku çeteyên DAIŞ’ê anîbûn ser xwe li Fransayê ji bo çalakî û bernameyên wiha berfireh tevdîr hatin standin.

Bi vê çarçoweyê ji bo Chapms Êlysêes a Parîsê û ji bo Noelê ya Strasboûrgê ku bi milyonan kes tevlê bûbûn rê ji trafîkê re hatibû girtin. Mînak li Strasborûrgê nêzî 2 kîlometre qad ji trafîkê re hatibûn girtin, ji bo êrîşa bi wesayitan were astengkirin jî li kuçeyan blokên mezin hatibûn danîn.

Dîsa li Fransayê bi giştînameyekê ku Wezareta Navxweyî ji walîyan re şandî ji bo bernameyên mezin ên havînî hate xwestin ku tevdîrên pêşîgir werin standin.

Li Fransayê piştî komkujiyên Parîs û Saînt- Denîs ên 2015’an bi Rewşa Awarte nêzî 10 hezar leşker û polîs li bajaran dewriye digerin.

LI WELATÊ DÎ JÎ TEVDÎRÊN HEVŞIB HATIN STANDIN

Îsal li Londra, paytexta Brîtanyaya Mezin jî bi wesayitan 3 caran êrîş pêk hatibû û gelek tevdîrên jidiyayî yên girîng têne standin. Li gel kontrola nasnameyê her wiha ketina gelek kuçeyan hate dijwarkirin an jî bi kontrola nasnameyê pêkan e.

Li Stockholm a Swêdê piştî êrîşa bi wesayitê ya 7’ê Nîsanê ku di encmaê de 5 kes hatibûn kuştin jî tevdîr hatibûn standin. Li ser kolanên şên ên bajêr betonên bi giraniya tonekê hatine danîn, ji bo wesayit giran biçin blokên granît hatine danîn.

LI SPANYA YA KU KOMKUJÎ ÇÊBÛBÛ JÎ TEVDÎR HATIBÛN WERGIRTIN

Li gel van welatan li Avûstûrya, Belçîka, Italya û hwd. jî tevdîr hatibûn standin. Li Spanyayê ku Pêrşemê komkujî çêbûbû jî tevdîrên jidiyayî hatibû standin. Herî dawî ji ber pevgihîna LGBT ya bi navê WorldPrîdeyê ku Hezîrê çêbûbû piraniya kuçeyên Madrîdê ji trafîkê re hatibûn girtin.

JI BO PÊŞÎ LI KOMKUJIYAN BIGIRIN DIBE KU TÊRÊ NEKIN

Li Ewropayê li dijî komkujiyên bi wesayitan tevdîr çendî pêşîgir jî bin dibe ku bi temamî têrê nekin.

Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Avûstûryayê  Karl-Heînz Grûboeck ji AFP’ê re axivî û got bi blokên betonê girtina kuçeyan ji trafîkê re 100 ji 100’î rîsk ji holê ranabin û got ev ‘xeyal e’. Grûnboeck diyar kir ev tevdîr xwedî karîgeriya psîkolojîk in.