Li Erzurumê 3 zarokên ku di bin erebeyê de man jiyana xwe ji dest dan

Li Erzurumê 3 zarokên ku di bin erebeyê de man jiyana xwe ji dest dan

Li devera rûbarê Hamam ê Erzurumê 3 zarokên ku erebeyeke kargo ya aîdî Telgraf Telefon Posta (PTT)'ê li wan qelibî û ketin bin erebeyê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, li devera Hamam a Erzurumê erebeyeke kargo ya aîdî PTT'ê li 3 zarokên ku temenê wan di navbera 11 û 13’an de bû qelibî. Di encam de 3 zarokên ku di bin erebeyê de man jiyana xwe ji dest dan. Ajokarê erebeyê yê piştî qezayê ji cihê qezayê reviya di demeke kurt de hat girtin. Piştî lêkolînên li cihê bûyerê cenazeyên zarokan jî, şandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Herêmê ya Erzurumê.   

Hat ragihandin ku têkildarî qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.