Li Elmanya efûya çeka bê destûr dest pê kir
Li Elmanya efûya ku li ser çekên îllegal hatibû danîn û ji 2009’an ve sazkar bû duh dest pê kir.
Li Elmanya efûya ku li ser çekên îllegal hatibû danîn û ji 2009’an ve sazkar bû duh dest pê kir.
Di asta federal de di nav çarçoweya efûyê de ên ku heta 6’ê Tîrmeha 2018’an çekên îllegal radest bikin wê ti cezayê nexwin. Têkildarî efûyê ku duh dest pê kir Wezîrê Karê Navxweyî yê Eyaleta Nordheîn- Westfalenê Herbert Reul got çi kesê ku çekên bê yasa radest bikin wê ti cezayî nedin wan.
Li gorî Navenda Tomarê ya Çekan a Netewî li Elmanya bi giştî 5 milyon û 830 hezar çekên bi destûr hene, lê hijmara çekan ji vê gelekî zêdetir e.
Herî dawî 2009’an li nêzî Stûttgartê li bajarokê Wînnendenê piştî ku Tîm Kretschmer ê xwendekar 15 kes kuştibûn qanûna efûyê hatibû derxistin. Diyar bûbû ku xwendekar komkujî bi çeka bavê xwe pêk anîbû.
Di qanûna efûyê ya 2009’an de li Elmanya 200 hezar çekên bê destûr radestî polîsan hatibû kirin.