Li Êlihê Întîxar
Li Êlihê Întîxar
Li Êlihê Întîxar
Hat îdîakirin ku li Êlihê zaroka keç a bi navê N.E. (13), ji qata 6 şeşan a avahiya ku mala wan têde xwe avêtiye.
Hat îdîakirin ku zaroka keç a bi navê N.E. ya 13 salî li Taxa Belde ya Êlihê ji qata 6’an a avahiya ku mala wan têde xwe avêtiye. N.E. ya rakirin Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê tevî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Xizmên N.E. yên bûyer bihîstin herikîn nexweşxaneyê.
Cîranên N.E. diyar kirin ku di bedena zaroka keç de tu şopên xwînê tunebûn, dema li cihê bûyerê ew rakirine nebza wê lê dida û di destê wê de benişt hebû.
Cenaze ku ji bo otopsî rakirin morgê, der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.