Li Dîlokê gule li navenda polîsan hat reşandin: 3 birîndar

Li Dîlokê gule li navenda polîsan hat reşandin: 3 birîndar

Li Dîlokê ku çeteyên faşîst ên piştgirî ji polîsan digirin 4 kes qetil kir, nîvê şevê gule li navenda polîsan a 25 Aralikê hat reşandin. Hat ragihandin ku di encama gulereşandinê de sê polîs birîndar bûne.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di dema pevçûnên nîvê şevê dewam dikirin de, gule li navenda polîsan a 25 Aralikê hatiye reşandin. Di encama gulereşandinê de sê polîs birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa 2 polîsên birîndar giran e.