Li dijî G20’ê bi deh hezaran mirov derketin kolanan

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi deh hezaran kes ji bo şermezarkirin civîna G20’ê derketin kuçe û kolanan.

Polîsan êrîş bi ser çalakgeran de bir, bi dehan kes birîndar bûn û gelek hatin binçavkirin. Çalakî heta berê sibehê berdewam kir.

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, ev hefteyeke ku civîna G20’ê tê şermezarkirin, lê çalakiya herî mezin şevê din pêk hat. Kuçe û kolanên bajêr bûne weke qada şer. Duh saet 17.00’an bi deh hezaran kes bi dirûşma ‘’Li dijî kapîtalîzmê hevgirtina global’ hatin cem hev û xwestin bi pankarta ‘Hûn bixêr hatin dojehê’ (G20 welcome to hell) li Fîschmarkt a li St. Paulî ya Hambûrgê bimeşin. Lê polîsan destûr nede û êrîş bi ser çalakgeran de birin.

Bi êrîşa polîsan bi dehan kes birîndar bûn û gelek kes hatin binçavkirin. Piştî êrîşê çalakger li nav kuçe û kolanan belav bûn û bi meşên xwe protestoyên xwe domandin. Lê bi hezaran polîs bi panzêr, TOMA’yê gaz û ava jidiyayî avêtin ser çalakgeran. Bi taybetî jî qada Sternschanze ku çalakî lê bû, bû qada şer. Li gel hemû êrîşên polîsan jî çalakger ji ya xwe nahatin xwarê û bi dirûşm û pankartên xwe G20 şermezar kirin. Ciwanan li dijî êrîşên polîsan li kuçeyan agir vêxistin, barîkat danîn û dirûşmên bi dijberiya kapîtalîzmê berz kirin. Çalakî û şer û pevçûn heta berê sibehê berdewam kirin.

BARÎKAT WÊ WERIN DANÎN

Wekî din jî îro roja ‘Rajêrnebûna sivîl e’ ku ji 3 lingan yek ji lingê protestoyan e. Tê payin ku tevahiya rojê çalakger çalakiyên kuçeyan bikin, barîkatan deynin. Berêvarkî jî bi tevlêbûna bi deh hezaran mirov wê meşek were kirin.

Sibe saet 11.00’an bi tevlêbûna ji 100 hezarî zêdetir kesî wê çalakiya mezin were kirin.