Li Dêrsimê li dijî şantiyeya HES'ê êrîşa bombeyî
Li Dêrsimê li dijî şantiyeya HES'ê êrîşa bombeyî
Li Dêrsimê li dijî şantiyeya HES'ê êrîşa bombeyî
Li nêzî gundê Aktûlûk ê ser bi navenda Dersimê, komeke çekdar ket qada kar a Santra Hîdroelektrîk a Dînar (HES) û regulatorê û bi bombeyan êrîşî maşîna bingehîn kir.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li nêzî gundê Aktûlûk ê 6 km dûrî navenda bajêr, li hemmerî şantiyeya regulator û Dînar HES a kargehek taybet, ku li ser Çemê Dînarê dihat çêkirin, êrîşeke bombeyî pêk hat. Di encama teqîna bombeyê de dîwarê navenda şantiyeyê hilweşiyan, zerareke mezin a maddî rû da û tiştek bi kesî nehat. Koma çekdar dûre ji cihê şantiyeyê çû. Der heqê bûyerê de Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê lêpirsîn da destpêkirin.
Çend meh berê jî dîsa komeke ser bi Partiya Maoîst Komunîst (MKP) avêtibû ser şantiyeya HES û xwestibû şantiyeyê û avahiya lê bişewitîne.