Li Dêrsimê 5 kes hatin girtin

Li Dêrsimê 5 kes hatin girtin

Li Dêrsim û navçeyên wê, 5 kesên di 31'ê Tîrmehê de hatin binçavkirin, hatin girtin.

Li Dêrsim, navçeyên Pêrtag, Pulur û Xozatê, 5 kesên bi îdîaya "têkiliya wan bi rêxistinên TKP/ML TÎKKO re hene" û "li ser navê rêxistinê kar dikin" di operasyonên hevdem ên 31'ê Tîrmehê de hatin binçavkirin, piştî lêpirsîna wan a li emniyetê, derketin pêşberî Dozgeriya Komarê ya bi Erkê Taybet a Meletiyê. Li dû lêpirsînê, her pênc binçavkirî bi daxwaza girtinê radestî dadgeha nobedar hatin kirin. 

Dadgehê jî bi îdîya "li ser navê rêxistina çekdarî ya derveyî qanûnan kar meşandine" û "propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin. Her pênc girtî li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê hatin bicihkirin.