Li Cûdî tevgera hewayî

Li Cûdî tevgera hewayî

Tevgera hewayî ya artêşa Tirk dewam dike. Di 4'ê Mijdarê de balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra li herêma Cûdî geriyan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku êvara 4'ê Mijdarê li herêma Cûdî tevgera hewayî hebû û ev agahî da: "Di 4'ê Mijdarê saet di navbera 17:30 û 18:30 de, li herêma Cûdî ya Şirnexê, tevgera balafirên şer ên artêşa TC a dagirker hatiye dîtin. Di heman demê de li qada Newava ya Cûdî jî helîkopterên bi tîpa Kobra yên artêşa TC a dagirker, di nava tevgerê de bûn."