Li Cizîrê panzera polîsan li zarokekî qelibî

Li Cizîrê panzera polîsan li zarokekî qelibî

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xwepêşandanên şermezarkirina êrîşên li hember Kobanê îro jî dewam kirin.

Xwepêşandan ku li gelek taxên navçeyê dewam kirin, panzera polîsan a bilez diçû li Taxa Halîliye li zarokekî 8 salî yê li kolanê dilîst qelibî.

Panzêr bilez ji cihê bûyerê reviya, zarokê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.