Li Çewlikê terora binçavkirinê
Li Çewlikê terora binçavkirinê
Li Çewlikê terora binçavkirinê
Di emcama operasyona ku duh piştî êrîşa li dij Midûrê Emniyeta Çewlikê pêk hat, dest pê kirin de herî kêm 5 kes hatin binçavkirin.
Seroka ÎHD’ya Çewlikê Nûran Aydin ragihand ku derbarê binçavkirinan de agahiyeke zelal di destê wan de nîne û got: “Em çûn edliyeyê me tu dozger nedît.”
Aydin da zanîn ku malbatên ciwanên bi navê Yasin Bulut û Murat Karaca derbarê binçavkirina ciwanan de serî li wan dane û got: “Li gorî em dizanin 5-6 kes in. Lê agahiyeke zelal negihştiye destê me.”
Hate diyarkirin ku tevî Bulut û Karaca, kesê bi navê Necmeddîn Demîr jî hatiye binçavkirin.