Li Bismil, Elbak û Qoserê şoreşa Rojava hat silavkirin
Li Bismil, Elbak û Qoserê şoreşa Rojava hat silavkirin
Li Bismil, Elbak û Qoserê şoreşa Rojava hat silavkirin
Yekemîn salvegera Şoreşa Rojava, li navçeya Amed Bismilê, li navçeya Wan Elbakê û li navçeya Mêrdîn Qoserê hat pîrozkirin.
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Amed Bismilê, bi meşekê şoreşa Rojava silav kir. Li gel Şaredar Cemîle Emînoglû bi sedan kes li ber avahiya partiyê li hev kom bûn û bi armanca piştgirîdayina Rojavayê Kurdistanê meşiyan.
Li dû meşê Rêvberê BDP'ê yê Navçeya Bismilê Mehmet Ceylan daxuyaniyek da û destnîşan kir ku di nava gola xwînê ya li Sûriyê de, Rojava bûye beçxeyê gelan, girava azadiyê. Ceylan diyar kir ku ew têkiliya dîplomatî a bi PYD'ê re erênî dibînin û xwest ji bo alîkariya aborî, tenduristî û însanî tevahiya deriyên sînor bên vekirin. Çalakî piştî daxuyaniyê bi dirûşma "Bijî Berxwedana Rojava" bi dawî bû.
LI ELBAKÊ MEŞA BI MEŞALE
Li navçeya Wan Elbakê jî, bi armanca silavkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya navçeyê li hev kom bûn û bi meşaleyan ber bi kolana Mahmût Ertûş ve meşiyan. Di meşê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Senar Yeşîlirmak, Şaredara Elbakê Eylem Açikalin û Şaredarê berê yê Elbakê Îhsan Guler ku ji aliyê Wezareta Karên Hundur ve ji wezîfeyê hat girtin, cih girtin.
Piştî meşê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Elbakê Senar Yeşîlirmak daxuyaniyek da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di pêvajoya çareseriyê de berpirsyariyên xwe bicih neaniye. Yeşîlirmak bal kişand ser hewldanên dijminane yên AKP'ê li hemberî Rojavayê Kurdistanê nîşan dide û got, "Şoreşa Rojava şoreşa Kurdan e. Êdî dem hatiye Kurd xwe bi xwe rêve bibe." Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşme û tiliyan bi dawî bû.
LI QOSERÊ ŞAHIYA CIWANAN
Li navçeya Mêrdîn Qoserê jî, di Şahiya Ciwnan a Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Elî Temel de, şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat silavkirin.
Şahî li Qada Azadiyê pêk hat û li gel Serokê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê Fettah Tekîn û Şaredar Ferhan Turk bi sedan kes amade bûn.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê Fettah Tekîn axivî û diyar kir ku ji bo azadiyê ew her tim li cem gelê Rojavayê Kurdistanê ne. Tekîn da xuyakirin ku Kurd di rewşa heyî de bi çar parçeyên hatiye parçekirin, lê belê bi civînên Kongreya Netewî ya Kurd a li Başûrê Kurdistanê bajarê Selahaddînê re ji tevahiya cîhanê re hatiye nîşandan ku Kurd yer parçe ye.
Li dû axaftinan, şahî bi stranên Koma Amara, hunermend Kadîr Çat û Siwar heta derengiya şevê dewam kir.