Li Barcelonayê qetlîamên hê mezintir hatibûn plankirin
Hat diyarkirin ku êrîşa duh a li paytext Barcelona ya Katalonyayê hate lidarxistin, hê berfirehtir hatibû plankirin.
Hat diyarkirin ku êrîşa duh a li paytext Barcelona ya Katalonyayê hate lidarxistin, hê berfirehtir hatibû plankirin.
Li gorî daxuyaniyên rêveberên Îspanya û Katalan hate kirin, piştî êrîşa wesayîtê ya li Barcelonayê hate kirin û şûnde terorîstên ku endamên DAIŞ’ê bûn, gelek êrîşên bi teqînê plankiribûn.
WÊ QETLÎAMÊN HÊ MEZINTIR PÊK BIANÎBAN
Lê ji ber teqîna tupên gazê yên li maleke ku li bajarê Alcanarê, qediya bûn. Bi vê boneyê hewldana pêşiya qetlîamên mezin hatibûn girtin.
Dîsa li Camrîls a 100 km dikeve başûrê Barcelonayê di wesayîtekê de 5 kesên ku li ser wan êlekên bombe hebûn, ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin. Tê texmînkirin ku ev kes xwe ji bo êrîşeke mezin amade dikirin. Lê di vê êrîşê de ji welatiyên derdor birîndar çêbûn, jinekê jî jiyana xwe ji dest dabû.
Di êrîşa duh destê êvarî li bajarê Barcelonayê pêk hat de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi giştî ji sedan kesî zêdetir jî birîndar bûne.
Piştî êrîşê û şûnde kesê ku hewl da benda polîsan derbas bike, di necama gulayên polîsan de hate kuştin.
Polîs û sîxûrî, her çendî têkiliya kesê di êrîşa Barcelonayê de hate kuştin û kesên din ên di şer de hetine kuştin bi hev re hebin, difkirin jî, lê di vî warî de xebat tên meşandin.
GUMANBAREK 17 SALÎ TÊ LÊGERÎN
Li aliyê din di nava agahiyan de yek ji gumanbarê serkeke yê êrîşa duh şev hê jî têlêgerîn hebe jî, ev kesê tê lêgerîn hatibû diyarkirin ku birayê Drîss Oûkabîr ê yek ji 3 kesên ku hatibûn binçavkirin Moûssa Oûkabîr e.