Li Amedê Navenda Çand û Kongre ya herî mezin a herêmê tê çêkirin
Li Amedê Navenda Çand û Kongre ya herî mezin a herêmê tê çêkirin
Li Amedê Navenda Çand û Kongre ya herî mezin a herêmê tê çêkirin
Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli, çêkirina Navenda Çand û Kongreyê ku yek ji projeyên vizyonî yên Şaredariya Bajarê Mezin e, 19'ê Nîsana 2013'an îhaleya wê hatiye kirin û 23'ê Tebaxa 2013'an jî dest bi lêkirina wê hatiye kirin, ziyaret kir û xebat kontrol kir. Serokê Daîreya Fenê Bulent Uçan, Midûra Projeyê Bahar Acar, Midûrê Projeya Navenda Çand û Kongreyê Vedak Bakir û rayedarên din jî bi Anli re amade bûn.
Navenda Çand û Kongreyê ku li şûna Saziya Arastina Çandinî ya Yenîşehrê ya berê tê çêkirin; ji bo konferans û konserên navneteweyî guncan e, xwedî 1750 hêwanên biçûk e, xwedî saloneke sînemayê ya bi 350 kursî ye, xwedî hêwana perwerdeya sînemayê ya xwedî 120 kursî ye, xwedî hêwaneke şanoyê ya 300 kursî ye, xwedî atolyeyên şanoyê û dersxaneyan e û beşên kargerî yên Serokatiya Daîreya Çandî bi ser ve ne li gel otoparkeke girtî fuarên wê jî hene.
Ev navend li ser qadeke 8 hezar û 300 mekrekareyî tê çêkirin û bi giştî 23 hezar metrekare digire, ji vê sedî 20 hatiye bidawîanîn. Navenda Çand û Kongreyê ku li gel jêrxaneyê, zemîn û bi ser 4 qatan, tê payîn ku heta Gulana 2016'an biqede lê armanc ew e ku hê zûtir biqedînin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli hûrgiliyên avahiyê guhdar kir, bi karkeran re jî rûnişt û ji ber keda wan spasiya wan kir.
Anli piştre derbasî Serokatiya Daîreya Agirkujiyê bû û li gel xebatkaran hevdîtinek pêk anî.