Li Amedê 14 xwendekarên lîseyê yên YOK protesto kirin hatin binçavkirin
Li Amedê 14 xwendekarên lîseyê yên YOK protesto kirin hatin binçavkirin
Li Amedê 14 xwendekarên lîseyê yên YOK protesto kirin hatin binçavkirin
Li Amedê li du dibistanên Lîseyê, 14 xwendekarên bi armanca protestokirina YOK'ê ders boykot kirin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine girtin xwendekarên KÎPTAŞ û Lîseya Anadolu ya Yenî Diyarbakırê vê sibê ji bo salvegera damezrandina YOK’ê protesto bikin li ber dibistanan hatin cem hev. Xwendekaran banga boykota dibistanan kir û pankart vekirin. Ekîbên polîsan çûn dibistanê û xwestin xwendekar dawî li çalakiyê bînin û bikevin dersan. 14 xwendekarên ku çalakiya xwe berdewam kirin û neketin dersan hatin binçavkirin. Zarokên birin şaxa zarokan lêpirsîna der barê wan de didome. ekîbên polîsan jî li ber dibistanan disekinin.”