Li Amed û Stenbolê 2 kesên din jiyana xwe ji dest dan
Li Amed û Stenbolê 2 kesên din jiyana xwe ji dest dan
Li Amed û Stenbolê 2 kesên din jiyana xwe ji dest dan
Li Stenbol û Amedê Mert Degîrmencî û Mesut Menekşe ên di çalakiyên Kobanê de di êrîşên polîsan de birîndar bûn li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan.
Kesê bi navê Mesut Menekşe (42) ê ku di çalakiyên piştgiriya Kobanê yên li taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê 2 roj berê di êrîşa polîsên Tirk de birîndar bû û rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, îro serê sibê ji nexweşxaneyê derket û birin taxa Gazîlerê. Menekşe li malê careke din nerihet bûn û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Menekşe piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî ya Amedê dê li Lîceyê bispêrin axê. Li Amedê bi Menekşe di 4 çalakiyên 4 rojan berdewam kirin de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.
LI STENBOLÊ DEGÎRMECÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Kesê bi navê Mert Degîrmencî yê ku li naçveya Esenyurtê ya Stenbolê di çalakiyan de ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin li Fakulteya Tibê ya Çapa ya Zanîngeha Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Degîrmencî ji bo otopsiyê li nexweşxaneyê tê ragirtin.