Li 4 eniyên Kobanê çalakiyên YPG’ê

Li 4 eniyên Kobanê çalakiyên YPG’ê

Li eniyên rojhilat, rojhilatê başûr, başûr û rojavayê Kobanê, şervanên YPG’ê şevê din li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên bi bandor lidar xistin. Di encama çalakiyan de 4 wesayît, motorsikletek û doçkayek hatin rûxandin, gelek çete jî hatin kuştin. 

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandin, şervanên YPG’ê şevê din li başûrê Kobanê, li ser rêya Helebê li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de wesayîtek hate rûxandin û gelek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Şervanên YPG’ê li heman eniyê di navbera nexweşxaneya nû û dibistana Mehemed El–Dura de şevê din çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de jî wesayîtek hate rûxandin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li rojhilatê bajêr, şervanên YPG’ê şevê din li ser rêya gundên Bexdik û Qeremox çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 wesayît û motorsikletek hatin rûxandin û 10 çete hatin kuştin.

Dîsa li eniya rojhilat di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de şer û pevçûn derket. Di encama şer de gelek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidest xistin. Hate diyarkirin ku 4 cenazeyên çeteyan li erdê hatine dîtin.

Li başûrê rojhilatê bajar jî, şervanên YPG’ê bi suîkastê çeteyek kuştin.

Li eniya rojavayê bajêr jî şervanên YPG’ê şevê din li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de doçkayek hate rûxandin û 6 çete hatin kuştin.