Leşkerên Tirk li ser xetê kozikan dikolin

Leşkerên Tirk li ser xetê kozikan dikolin

Tirkiye li gel piştgiriya xwe ya ji bo çeteyan, li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê kozikan dikole.

Serê sibê, maşînên kar hatin xeta sînor a li navçeya Serêkaniya ser xetê û li qada têlên sînor lê ye, dest bi kolandina kozikan kirin ku maşînên zirxî lê bicih bibin.

Balkêş e ku ev pêkanîn piştî Civîna Bilind a duh a li Enqerê destpê kir. Tê gotin, di civîna duh de "herêmeke tampon" ji aliyê rayedarên Tirk ve hatiye nîqaşkirin.