Leşkerên Îranê 2 kasibkar li ser sînor qetilkirin

Leşkerên Îranê 2 kasibkar li ser sînor qetilkirin

Li gorî agahiyên ku bi destê ANF’ê ketine, hêzên leşkerên Komara Îslamiya Îranê di rojên 27-28’ê tîrmehê de li herêmên Sîse û Dîmane komek ya kasibkaran gulebaran dikin û di encamê de 2 kasibkar hatin qetilkirin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî heman çavkaniyê, di van rojên dawiyê de pasdarên rejîma Îranê sinor di navbera Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bi têlê girtine.

Herwiha hêjayê gotinê ye ku, di 27’ê Tîrmehê de hemwelatiyê bi navê Salar Ebdullahî kurê Mihemed li bajarê Serdeşt ji ber sedema gulebarana hêzên asayîşê yên Îranê jiyana xwe ji dest da û xwişda wî jî bi giranî birîndar bû.

Di 26’ê  Tîrmehê jî de Salar Fexrî yê bi temenê 30 salî kurê Ebdullah li navçeya Nalusî Serdeşt ji ber sedema gulebarana hêzên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest daye.