Kurd wê li Bonnê ji bo Rojava bimeşin

Kurd wê li Bonnê ji bo Rojava bimeşin

Bi armanca piştgirîdayîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên komên El Qaîdeyê, li bajarê Elmanya Bonnê meşek tê lidarxistin.

Meş wê roja Şemiyê saet di 17.00'an de li be Frankenbadê destpê bike. Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) bang li hemû Kurdên li herêma NRW ya Elmanyayê kir ku beşdarî meşê bibin û ji derdorên şoreşger û demokratan jî xwest ku piştgiriyê bidin.

Di meşê de wê silav li şoreşa Rojavayê Kurdistanê bê kirin û êrîşên komên El Qaîdeyê bê şermezarkirin.