'Kurd şer dikin hûn lê temaşe dikin'

'Kurd şer dikin hûn lê temaşe dikin'

Kurdistanî û dostên wan ên ji destpêka êrîşên li hemberî Kobanê û vir ve çalakiyên piştevaniyê dikin, îro mezintirîn çalakiya girseyî ya li Îngilîstanê lidar xistin. Bi deh hezaran kesên li ber avahiya Parlamentê ya li navenda Londonê civiyan dengê "Kobanê ya Azad" bilind kirin.

Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên duh danê nîvro li parka li ber parlamentê hatin cem hev, beriya meşê mîtîngek lidar xistin. Li gel bi dehan saziyên ji pêkhateyên platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê, gelek rêxistinên civakî yên sivîl, çep, sosyalîst û biyanî beşdar bûn. Parlamenterê Parlamenta Ewropayê Jean Lambert jî beşdarî çalakiyê bû û bang kir ku bi lezgînî PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin. Lambert her wiha bang kir ku bi lezgînî ji Kurdên li dijî DAIŞ'ê şer dikin re alîkarî were dayîn.

Nûnerên rêxistinên civakî yên tevlî çalakiyê bûn di axaftinên xwe de, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşên li dijî Kobanê bi tundî rexne kirin û banga alîkariya însanî û çekan a lezgîn kirin. Li dû axaftinan bi deh hezaran kes ber bi avahiya Serokwezaretiyê ve meşiyan.

Di meşê de bi dirûşman piştgirî ji Kobanê re hat dayîn û bi hezaran belavok hatin belavkirin. 

Yek ji xalên ku herî zêde di dirûşme û peyamên li meşê derketin pêş peyama "Kurd şer dikin, hûn lê temaşe dikin" bû.

Di çalakiya ku bi sedan polîs lê amade bûn de 3 ciwan hatin binçavkirin. Piştî ku polîsan xwestin li ser du ciwanan bigerin, alozî derket û vê aloziyê demeke dirêj di navbera polîs û çalakgeran dewam kir. Piştî nîv saetê her du ciwan polîsan dixwestin li ser wan bigerin ji nav lepên polîsan hatin rizgarkirin, lê di nav vê tevlîheviyê de sê ciwan hatin binçavkirin. Bi armanca protestokirina binçavkirina bi deh hezaran kesî rê li trafîkê girtin û bi çalakiya rûniştinê bi qasî saetekê helwesta polîsan protesto kirin. Ciwanên hatin binçavkirin, piştî birin navenda polîsan serbest hatin berdan.