Korkmaz ê HPG'yî jiyana xwe ji dest da

Korkmaz ê HPG'yî jiyana xwe ji dest da

HPG'ê ragihand ku gerîlayekî wan ê bi navê Erhan Korkmaz (Serhildan Birîndar), ji ber birûskê jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku gerîlayê HPG'ê Erhan Korkmaz ji ber birûskê lê da, jiyana xwe ji dest da. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da xuyakirin ku ji destpêka meha Mijdarê û vir ve mercên zivistanê gelekî giran bûye û got, "Ji ber birûskê rêhevalê me Serhildan Birîndar (Erhan Korkmaz), li gel hewldanên rizgarkirinê jî nehatiye xelaskirin. Hevalê me Serhildan di 2'ê Mijdarê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bûye."