Kongra-Gel: Têkoşîna Îsa Huso eşq û fedakarî ye

Kongra-Gel: Têkoşîna Îsa Huso eşq û fedakarî ye

Hevserokatiya Kongra-Gel qetilkirina Endamê Desteya Bilind a Kurd û Endamê Serokatiya Dîwana Meclîsa Gel a Rojava Îsa Huso şermezar kir, ji bo malbata Îso û gelê Kurd sersaxî xwest. 

Hevserokatiya Kongra-Gel bi daxuyaniyekê qetilkirina Endamê Desteya Bilind a Kurd û Endamê Serokatiya Dîwana Meclîsa Gel a Rojava Îsa Huso şermezar kir û destnîşan kir ku  ev êrîş êrîşeke li dijî vîna gelê Kurd û dijî biratiya gelan e. 

Hevserokatiya Kongra-Gel di daxuyaniya ku weşand de da xuyakirin ku asta têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a Rojavayê Kurdistanê aşkera daye nîşandan ku ti kes û hêz li hemberî desketiyên azadiyê û berxwedana wan ne gengaz e ku wan lewaz bixe û vîna vê bişkinê û wiha didome: “Berxwedana Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî vê rastiyê nîşan didin. Li hemberî vê vîn û ruhê berxwedana Rojava, hêrsa çeteyên hêzên derve û yên rejîmê li hemberî gelê me û siyasetmedarê Kurd bilind dibe. Ev hêrs û êrîşên wan nîşaneya têkçûna wan û binketina tevahî siyaseta wan a qirêj e.”

Daxuyanî bi van sererêzan berdewam dike: 

“Îsa Huso 29 sal ji temenê xwe daye têkoşîna neteweyî û demokratîk. Ev tê wateya eşq û fedakariyeke ji bo ku gelê me bigihêje azadiya xwe. Her çiqasî Îsa Huso bi awayekî fizîkî ji nav me hatibe dûrxistin jî lê belê têkoşîna wî ya 29 salan wê bibe dîrokek di zanebûn, dil, ruh û wijdana gelê Kurd tevahî de. 

Em weke Kongra-Gel bang li hemû gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku piştgiriye bidin Şoreşa Rojava Kurdistanê û têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin.

Tevahî hêzên êrîşkar bila zanibin ku tu hêz nikare gelê Kurd ji rêya berxwedan û têkoşîna azadiyê dûr bixe. Weke Kongra-Gel em ê hîn zêdetir piştgiriya xwe bi berxwedana mafdar a gelê Rojava re xurt bikin. Soza me li hemberî xeta şehîdên têkoşîna azadiyê ev e ku; em ê têkoşîna xwe zêdetir bilind bikin û derveyî serketin û jiyaneke azad wê tu tercîheke me ya din tune be.”