Konferansa Rojhilata Navîn: Li pêşiya yekîtiya neteweyî astengî nema
Konferansa Rojhilata Navîn: Li pêşiya yekîtiya neteweyî astengî nema
Konferansa Rojhilata Navîn: Li pêşiya yekîtiya neteweyî astengî nema
Di Konferansa Rojhilata Navîn a li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê de, rola Kurdan a li herêmê, têkiliyên wan bi cîranan re û pêşniyarên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Di konferansê de hat destnîşankirin, ku Kurd êdî aktorekî şênber e û hat gotin, ku mercên kongreya neteweyî derketine holê.
Di Konferansa Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERÎ) a li Hewlêrê de, ji çar parçeyên Kurdistanê, Iraq, Tirkiye û ji qada navneteweyî gelek nûner û pispor amade bûn. Konferans di roja sêyemîn û dawî de ye. Li Hewlêrê yekemcar konferansek ewçend berfireh tê lidarxistin.
Di konferansê de li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Alîkarê Serokkomarê Iraqê Ûsame Nuceyfî, Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cûbûrî û rayedarên Kantonên Rojavayê Kurdistanê, gelek rayedarên herêmî cih girtin. Nûnerên partiyên bingehîn ên Kurdistan jî di konferansê de amade bûn.
Di roja destpêkê ya konferansê de bi giştî li ser Rojhilata Navîn nirxandin hatin kirin, di roja duyemîn de di serî de Kobanê nîqaş li ser rewş û qewimînên Rojava hatin meşandin. Di pênc panelên roja duyemîn de li ser mijarên; şerê li dijî DAIŞ'ê, rola Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn, rewşa heyî ya Rojhilata Navîn, rewşa Îranê, bandora siyasî ya guhertinên li herêmê tên jiyîn, hat rawestîn. Di panelan de bi taybetî pozîsyona Kurdan a di guhertinên tên jiyîn û pêşniyarên wan ên çareseriyê bi berfirehî cih girtin.
Di roja sêyemîn de jî bi giranî li ser rewşa Iraqê, têkiliyên hikûmetên Hewlêr û Bexdayê hat rawestîn.
BERHEM SALIH: DIVÊ TÊKILIYA BI BEXDAYÊ RE BÊ SERERASTKIRIN
Serokwezîrê berê yê YNK'yî Berhem Salih di axaftina xwe ya li konferansê de diyar kir, ku divê Kurd xwe ji bo pergala nû ya Rojhilata Navîn amade bikin û ragihand ku li Başûrê Kurdistanê hînê şert û mercên dewletbûyînê neafirîne. Salih da zanîn ku hînê hêzên Kurd bi xwe jî di bin fermandariyeke hevpar de nînin û anî ziman ku berî Enqere û Tehranê divê têkiliyên bi Bexdayê re bên sererastkirin.
Sekreterê Giştî yê Cemiyeta Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr got, "Ji bo em bi ser bikevin, divê em bêtir xwe nêzî hev bikin û hevdu qebûl bikin." Bapîr xwest Sûnnî beşdarî pêvajoya li Iraqê bibin û destnîşan kir ku girîng e xwe ji mejî û şovenîzma Baasê vegirin.
KIŞANAK: PÊWÎSTIYA HERÎ MEZIN KONFERANSA NETEWEYÎ YE
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bal kişand ser pêvajoya heyî ya li Rojhilata Navîn. Kişanak da xuyakirin ku bêyî naskirina mafên demokratîk ên Kurdan ne pêkane ev pêvajoya guherînê ya li Rojhilata Navîn temam bibe û pêwîstiya lezgîn a yekîtiya navbera Kurdan destnîşan kir. Kişanak got, "Pêwîstiya herî mezin, kombûn konferansa neteweyî ye. Têkiliya Kurdan a bi hev re, hevkariya wan a bi hev re, xeta wan a têkoşîna hevpar, bi qasî ku bandorê li hemû pêşketinan bike girîng e."
ENWER MUSLIM: PÊWÎSTÎ BI HÊZEKE HEVPAR A PARASTINÊ HEYE
Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim ê di dema konferansê de ji Rojnewsê re axivî anî ziman ku tevahiya Kurdistan, di pêvajoyeke xetere re derbas dibe. Muslim destnîşan kir ku ji ber vê yekê pêwîstiya gelê Kurd û hêzên parastinê bi kongreya neteweyî û hêzeke hevpar a parastinê heye.
Muslim bal kişand ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê û got, "Divê Tirkiye helwesta xwe ya der barê DAIŞ'ê de zelaltir bike. Girîng e Tirkiye ji bo desteka Kobanê cihê xwe yê di nav koalîsyona dijberiya DAIŞ'ê de zelal bike. Ji ber ku pêşeroja me bi hev ve girêdayî ye. Çiqas aramî û aştî hebe, Rojhilata Navîn wê ewçend bi pêş ve biçe."
KOÇ: ASTENGIYÊN BINGEHÎN ÊN LI PÊŞIYA KONGREYÊ RABÛN
Hevseroka KNK'ê Nulîfer Koç da zanîn ku bêyî Kurdan êdî dîzaynkirina Rojhilata Navîn ne pêkane û anî ziman ku ji bo jinûve kombûna kongreya neteweyî, ew ê hêzên bingehîn li hev bicivînin û careke din bangê bikin.
Koç diyar kir ku astengiya bingehîn a par li pêşiya kongreya neteweyî nêrînên cuda yên li Rojavayê Kurdistanê bû û destnîşan kir ku bi berxwedana Kobanê re ev astengî ji holê rabû.
Koç da xuyakirin ku konjontora navneteweyî û herêmî jî guherîne û anî ziman ku ji bo kongreyê bi tenê avêtina gaveke pratîkî maye. Hevseroka KNK'ê Koç got ku hemû hêzên siyasî li benda vê gavê ne û diyar kir pêwîste destpêkê civînek bê organîzekirin.
Koç da zanîn ku divê kongre îsal bi bernameyeke sade bi lez bicive û ragihand ku girîng e aliyên siyasî bi îstîkrar beşdar bibin û pozîsyonên xwe di ber çavan re derbas bikin ku şaşiyên beriya niha hatibûn kirin, bibînin.
ÇANDAR: EGER TIRKIYE DIXWAZE BIBE HÊZEK DIVÊ TÊKILIYÊN XWE YÊN BI PKK'Ê RE SERERAST BIKE
Rojnamevan nivîskar Cengîz Çandar destnîşan kir ku Kurd li Rojhilata Navîn veguherîne lîstikvanekî baş ê siyasî.
Çandar diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn ditewişe û da xuyakirin, ku eger Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn bibe hêzek divê têkiliyên xwe yên bi PKK'ê re sererast bike.
Çandar wiha axivî: "Eger Tirkiye dixwaze li vê herêmê bibe hêzek, dixwaze weke hêzekê bandorê li derdorê bike û dixwaze di vê rê de baweriya bi xwe qewîn bike, ya esasî divê bike; divê têkiliya xwe ya bi Kurdên xwe re sererast bike. Pêwîste têkiliyên xwe yên bi PKK'ê re ku temsîla herî pêş a siyasî ya Kurdên li Tirkiyeyê ye, sererast bike. Ji bo vê çi pêwîst be girîng e bike. Ji Abdullah Ocalan re azadî? Belê. Bi guhertinên qanûn û destûra bingehîn re, eger pêwîst be weke partiyeke siyasî tevlî jiyana siyasî ya Tirkiyeê bibe, neçar e vê bike. Ji xwe sererastkirina têkiliya bi Kurdên xwe re ji xwe tê wateya guhertina helwesta li hemberî Kurdên li SAûriyeyê, ku êdî parçeyekî jê nayê veqetandin e."