Komên Derya Reş, Dêrsim û Xerzanê gihaştin H. Parastinê yên Medyayê

Komên Derya Reş, Dêrsim û Xerzanê gihaştin H. Parastinê yên Medyayê

HPG'ê ragihand ku komên gerîla yên ji Derya Reş, Dêrsim û Xerzanê, gihaştine Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê da xuyakirin ku di çarçoveya meşa çareseriya demokratîk de, komên gerîla yên ji Derya Reş, Dêrsim û Xerzanê ketin rê, gihaştine Herêmên Parastinê yên Medyayê. 

Di daxuyaniyê de hat gotin; "Di çarçoveya meşa çareseriya demokratîk de, komên me yên gerîla yên ji Derya Reş, Dêrsim û Xerzanê ketin rê, piştî meşeke dirêj gihaştine Herêmên Parastinê yên Medyayê. Komên me yên gerîla, bi merasîmeke leşkerî ji aliyê Fermandarên me yên Biryargeha Navendî ve hatine pêşwazîkirin."