Komên çete Serêkaniya Binxetê û Serxetê topbaran kir: 3 birîndar
Komên çete Serêkaniya Binxetê û Serxetê topbaran kir: 3 birîndar
Komên çete Serêkaniya Binxetê û Serxetê topbaran kir: 3 birîndar
Komên çete ên Eniya El-Nusra dîsa bi topan êrîşî Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê kirin. Hate ragihandin ku, bi 10’an top li nava bajêr û derdora wê ketine. Her wiha 2 top jî li Serêkaniya Bakûrê Kurdistanê ketin û 2 ji wan zarok 3 kes birîndar bûn.
Komê çet ên Eniya El-Nusra ku piştî ji Serêkaniyê hatin derxistin li gundê Tel Xelef ê 4 kîlometre dûrî bajêr bicîh bûn, dîsa bi topan êrîşî bajêr kirin. Hate ragihandin ku, heman koman li derdora demjimêr 20.00’an de bajar topbaran kir. Hate gotin ku, bi 10’an top li bajêr û derdora wê ketine. Hate ragihandin ku di encama topbarên de 2 kes birîndar bûne û êrîş hîn didome.
Li aliyê din li gorî nûçeya DÎHA’yê 2 topên komên çekdar li Serêkaniya Serxetê li nava zeviya welatiyê bi navê Şukru Kahraman ketin. Di encamê de Kahraman û 2 zarokên wî birîndar bûn. Kahraman ku rewşa wî girane rakirin Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan a li Rihayê û herdu zarokên wî jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê ya Bakûrê Kurdistanê. Welatiyên ku agahiya topbaranê girtin jî herikîn pêşiya nexweşxaneyê.