Komên çete bi hawanan êrîşê Til Temir û Serêkaniyê kirin

Komên çete bi hawanan êrîşê Til Temir û Serêkaniyê kirin

Komên Eniya El-Nusra topên hawanê avêtin bajarên Til Temir û Serêkaniyê. Di êrîşan de tiştek li tu kesî nehat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên Eniya El-Nusra piştî ku di pevçûnên li ser riya Hesekê de windahiyên mezin dan, ji aliyê Tel Xelef ve topên hawanê avêtin Deriyê Sînor ê di navbera Bakûr û Rojava de û Taxa Mehetê. Di êrîşa ku di demjimêrên nîvro de çêbûyî de 4 şervanên YPG’ê birîndar bibûn. Heman koman derdora demjimêr 19.00’an de jî 2 topên hawanê avêtin Taxa Mehetê. Topên hawanê li cihên vala ketin, lewma tiştek li tu kesî nehat, lê di nava gel de bû sedema tirsê û gelek kes ji taxê derketin.

Li aliyê din heman koman ji gundê Xêbiş ku 3 kîlometre dikeve rojavayê Til Temir, 4 topên hawanê avêtin bajêr. Ji topên hatine avêtin yek li Mizgefta Ayid Bin Omer El Eşerî, yek li Dibistana Meyselûn, yek mala welatiyekê û yek ji li cihekî vala ket. Di encama êrîşan de tiştek li tu kesî nehat lê ziyana madî pêk hat.