Komên Çekdar li Girê Spî wendahiyên giran didin
Komên Çekdar li Girê Spî wendahiyên giran didin
Komên Çekdar li Girê Spî wendahiyên giran didin
Li Girê Spî û gundên derdorê, di navbera hêzên YPG’ê û komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra de pevçûnên dijwar diqewimin. Hat ragihadin di van pevçûnan de nêzî 65 çekdar hatine kuştin. Her weha tangek û 4 wesayît hatine rûxandin û wesayitek doçka li gel çekdarên tê de hate desteserkirin.
Li Girê Spî (Til Ebyad)ê pevçûnên di navbera komên çekdar û hêzên YPG’ê ku nêzî hefteyek beriya niha destpê kiribûn, didomin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di saetên serê vê sibehê jî li dora gundên Yabsê û Kendalê pevçûnên dijwar qewimîn.
Hate ragihandin ku di pevçûnên gundê Yabsê ku 4 kîlometre dikeve rojavayê Til Ebyadê de, 15 çekdar hatine kuştin û cenazeyên wan hîn li erdê ne. Her wiha di pevçûnan de tangek û 4 wesayît hatin rûxandin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di pevçûnên li gundê Kendal ku 15 kîlometreyan dikeve rojavayê Girê Spî (Til Ebyad)ê de nêzî 50 çekdar hatine kuştin û wesayîtek doçkayê jî bi çekdarên tê de re hatine girtin.
Li herdu cihan jî pevçûn didomin.
Di vê navberê de Siyasetmedarên kurd ên li bajarê Hesekê êrîşên Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û bal kişandin ku êrîş bi awayekî plankirî pêk tên.
Berdevkê Desteya Bilind a Kurd Ahmed Silêman, Serokê Meclîsa Herêmî ya Hesekê ya girêdayî ENKS᾿ê Ferhad Şêxo, Berpirsê Buroya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKPS) ya Ebdulhekîm Beşar Mistefa Bavê Helebçe êrîş şermezarkirin û ji muxalefeta Suriyê jî xwestin ku li dijî êrîşan helwesta xwe zelal bike.