Komara Adigey piştgirî da şoreşa Rojava

Komara Adigey piştgirî da şoreşa Rojava

Kurdistaniyên li Komara Adigey a Rûsyayê dijîn, bi armanca piştgirîdayina şoreşa Rojavayê Kurdistanê civînek lidar xistin û kuştina endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso bi tundî şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Komara Adigey a Rûsyayê dijîn, bi armanca piştgirîdayîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê îro danê sibê li Komeleya Çanda Kurd a Agirî civînek lidar xistin. Di civîna bi beşdariya girseyî de, ji berpirsê Komeleyê Feyzo Huseyînî axaftine kir û bal kişand ser êrîşên çeteyan ên li dijî Rojavayê Kurdistanê. Huseyînî got, "Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd şoreşekê dijî. Hin hêz nikarin xwe li vê şoreşa dîrokî rabigirin. Ji ber vê yekê ji bo çavê gelê Kurd bitirsînin û wan ji armanca wan vegirin, çi ji destê wan tê dikin. Bi taybet di van rojên dawî de bi piştgiriya hin hêzên tarî komên çete êrîşî gel dikin. Em van êrîşên ku gelê sivîl jî dibe hedefa wan, bi tundî şermezar dikin."

Huseyînî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser komploya li hemberî endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso û got: “Duh di encama komployek hovane de endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso şehîd ket. Bi van komployan dixwazin çavên Kurdan bitirsînin. Em vê êrîşê û yên alîkarî dane vê êrîşê bi tundî şermezar û lanet dikin. Bila neyarê Kurdan baş bizanin ku her Kurd ji bo tekoşîna xwe ya mafdar xwe wek cangoriyekî amade kiriye.”

Piştî axaftina Huseyînî Kurdistaniyên başdarî civînê bûn, mafê axaftinê wergirtin û piştiriya xwe ji Rojavayê Kurdistanê re eşkere kirin.