Kobaniyî 'dîl' tên girtin
Kobaniyî 'dîl' tên girtin
Kobaniyî 'dîl' tên girtin
300 welatiyên Kobanê, hînê bi awayekî derveyî hiqûqî dîl tên girtin. Kobaniyên ku piraniya wan jin û zarok in, tên lêpirsîn û rastî pêkanînên xerab tên. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan xwest, demek berî demekê dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn û Serokê Baroya Rihayê Alî Fûat Bûcak jî got, "Ev pekanîn ji aliyê hiqûqî ve bi ti awayî nayê vegotin."
Zêdeyî 300 Kobaniyên bi zêdebûn pevçûnên li Kobanê re roja 5'ê Cotmehê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, li salona sporê ya Pirsûsê tên ragirtin.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan got, "Dema ew derbas bûn, em li deriyê sînor bûn. Rayedaran ji me re gotin, piştî nivîsandina raporê û qeydkirinê ew ê wan serbest berdin. Lê belê pêkanîna li penaberan dihat kirin, li wan nehat kirin. Bi awayekî zelal, pêvajoyeke lêpirsînê der heqê wan de hat destpêkirin."
Serokê Baroya Rihayê Alî Fûat Bûcak ê duh hat salona sporê û bi Kobaniyên dîl tên girtin re hevdîtin kir anî ziman ku der heqê hejmara dîlgirtiyan de agahiyeke zelal negihaştiye wan. Bûcak got, "Lê belê du kom hene. Di nav komekê de 158 kes hene. Ji van 33 jin, 9 zarok in. Jinek jî ducanî ye. Hat gotin ku di koma din de jî 150 kes hene."
LI WAN XISTIN
Serokê Baroyê Bûcak ragihand ku ji 5'ê Cotmehê heta duh Kobaniyî di nav destê jendermeyan de dihatin ragirtin, lê belê piştî gilîkirina parêzeran radestî polîsan hatine kirin û got, "Ji me re gotin ku li cihê ew lê hatin ragirtin, rastî pêkanîna xirab hatine, li wan hatiye xistin. Di greva birçîbûnê de ne. Ji ber vê yekê jî rastî mûameleya xerab hatine. Di nav wan de yên nexweş jî hene. Gotin ku li cem wan doktor heye. Lê belê ji ber ku derman nayê dayîn, nikarin bên tedawîkirin. Her wiha ji ber greva birçîbûnê pirsgirêkên nû yên tenduristiyê derketin holê."
Bûcak got, "Li holê rewşeke li derveyî hiqûqê heye. Ne binçavkirin e, ji ber ku qeyda binçavkirinê duh tinebû. Di destê dozger de lîsteyek ragirtiyan nîne" û da zanîn ku ew ê îro bi nûnerên Baroya Amedê re bi Waliyê Rihayê hevdîtinê bikin.
'DIVÊ TAVILÊ BÊN BERDAN'
Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan jî da xuyakirin ku pêkanîn bi temamî li derveyî hiqûqê û li derveyî mirovahiyê ye û got, "Ev mirov ji rîska komkujiyê reviyan û hatin. Di nav de mirovên nexweş, zarok, jin, extiyar gelek e. Em dixwazin ew tavilê bên berdan. Ne raste ku pêkanînên bi vî rengî xerab tên kirin."
Di nava Kobaniyên dewletê ew dîl girtiye, 20 rojnamevan hene. Sendîkaya Rojnamevanên Tirkyeyê xwestibû ku dawî li vê pêkanîna derveyî hiqûqê bê anîn û rojnamevan werin berda.