Kobaniyên birîndar di hedefa dewletê de ne
Kobaniyên birîndar di hedefa dewletê de ne
Kobaniyên birîndar di hedefa dewletê de ne
Li Amedê polîsan bi ser Navenda Tenduristiyê ya Dayik û Zarokan de girtin û 46 birîndarên rojavayî birin nexweşxaneyên Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî, Taybet a Baglarê, Venî Vîdî, Lêkolîn û Perwerdehiyê û Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Li Amedê polîsan bi ser Navenda Tenduristiyê ya Dayik û Zarokan a Şaredariya Mezin a Amedê û Şaredariya Rezan a Amedê girt û 45 birîndarên rojavayî yên ku li vir dihatin dermankirin bi zorê li nexweşxaneyên bajar hatin belavkirin. Di serdagirtina ku hinceta wê nehat zanîn birîndarên ji Rojava ji aliyê polîsan ve bi ambulansan li nexweşxaneyên Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî, Taybet a Baglarê, Venî Vîdî, Lêkolîn û Perwerdehiyê û Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hatin belavkirin. Hate diyarkirin ku birîndar wê li nexweşxaneyan bên bicihkirin û bên dermankirin.
Hate hînbûn ku 11 birîndarên rojavayî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî, 7 jê birine Nexweşxaneya Taybet a Baglarê, 9 jê birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê û 6 jê jî birine Nexweşxaneya Venî Vîdî yê.
Têkildarî mijarê Serokê Şaxa Ses’ê Ramazan Kaval, diyar kir ku polîsên tevgera taybet bê ku tu sedeman nîşan bidin, ketine navenda tenduristiyê û got ku ev bi temamî pêkanîneke derveyî hiqûqê ye.
‘EM Ê XWEDÎ LI NEXWEŞÊN XWE DERKEVIN’
Kaval di dewama axaftina xwe de got ku wê li nexweşan xwedî derkevin û got, "Ev şereke e. Em wek kedkarên tenduristiyê xwedî li nexweşên xwe yên ji herêma şer hatine û pêwîstiya wan bi tedawiyê heye derkevin.”
BIRÎNDAREK HAT BINÇAVKIRIN
Li gel vê hat ragihandin ku Kobaniyekî navê wî nehat zanîn ê anîbûn nexweşxaneya dewletê ya Pirsûsê ji aliyê tîmên taybet ve hatiye binçavkirin û birine cihekî ne diyar.