‘Kobanê ji bo demokrasiyên din jî şer dike’

‘Kobanê ji bo demokrasiyên din jî şer dike’

Şaredarê Bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê Nîhad Latîf Qoca diyar kir ku dewleta Tirk dixwze Kobanê qurbanî berjewendiyên xwe yên siyasî yên hundirîn bike. Qoca destnîşan kir ku şerê şervanên li Kobanê yê li hemberî DAIŞ'ê, di heman demê de ji bo welatên din ên demokratîk e."

Şaredarê Hewlêrê yê li Elmanyayê ye, der barê berxwedana li Kobanê û helwesta Tirkiyeyê de nêrînên xwe bi Jeanette Seiffert a Radyoyaa Dengê Elmanya (DW) re parve kir.

Nîhad Latîf Qoca diyar kir ku vekirina rêyên derbasbûnê û çûyîna alîkariyê ji bo şervanên Kurd wê têrê bike û da xuyakirin ku ji bo DAIŞ bê qelskirin divê hêzên koalîsyonê êrîşên xwe yên hewayî zêde bikin.

Şaredarê Hewlêrê bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê ya li ser Kobanê û got, "Tirkiye vê (vekirina korîdorê) nake. Tirkiye niha polîtîkayeke welê dimeşîne ku zehmet e bê fêmkirin û eger bi vî rengî dewam bike, wê li wir karesateke mezin a însanî bê jiyîn."

Nîhad Qoca bibîr xist ku di navbera Kobanê û bajarên din ên Kurdan ên li Rojava, herêmên Ereb lê dijîn ên bi qasî 80 kîlometre dûr hene û destnîşan kir ku ji bo pêşmerge destekê bide parastina Kobanê divê Tirkiye destûra derbasbûyînê bide.

TIRKIYE KOBANÊ DIKE QURBANÊ ARMANCÊN XWE YÊN SIYASETA NAVXWEYÎ

Şaredarê Hewlêrê wiha axivî: "Daxwaza me ne ew e ku Tirkiye êrîşî van herêman bike. Em dixwazin Tirkiye sînorên xwe li şervanên Kurd ên ji herêmên din bê re veke yan jî destûrê bide ku alîkariya leşkerî ji şervanên li Kobanê re bê şandin. Bêguman divê ev alîkarî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê kirin. Ya ku min ditirsîn e ew e ku Tirkiye polîtîkayeke welê dimeşîne, ku Kobanê qurbanî hedefên xwe yên siyaseta navxweyî dike. Dibe ku hikûmeta Tirk dixwaze şervanên PYD'ê ya nêzî Kurdên li welatê xwe û PKK'ê ye, qels bike."

KURD JI BO WELATÊN DIN ÊN DEMOKRATÎK JÎ ŞER DIKIN

Şaredarê Hewlêrê da zanîn ku eger ev helwesta hikûmeta Tirk dewam bike wê pêvajoya çareseriyê bikeve xeteriyê û destnîşan kir ku berxwedana li Kobanê di heman demê de şerê ji bo welatên din ên demokratîk e jî. Şaredar got, "Em hemû hêvîdarin ku ji bo dewamiya van muzakereyan çareseriyek bê dîtin. Helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî PKK û PYD'ê li aliyekî, di vir de ya derdikeve pêş jiyana bi hezaran mirovên li Kobanê dijîn e. Û dema Kurd li dijî milîsên DAIŞ'ê şer dikin, di heman demê de ji bo dewletên din ên demokratîk jî têdikoş in. Ew (Kurd) yekane hêza bi wêrekî li dijî wan li ber xwe dide ye."

"SERBESTIYA LI EWROPAYÊ YA JI BO SELEFIYÊN ALÎGIRÊN KOMKUJIYÊ CIHÊ ACIZIYÊ YE"

Nîhad Qoca ji Kurdên li Elmanyayê dijîn xwest, ku li dijî provokasyonên endamên rêxistinên selefî û DIAŞ'ê xwepêşandanên aştiyane lidar bixin û destnîşan kir ku serbestiya li Elmanya û welatên ên Ewropayê ya ji bo selefiyên alîgirên komkujiyê cihê aciziyê ye. Qoca diyar kir ku zehmet e ev rewş bê ravekirin.

Şaredarê Hewlêrê Nîhad Latîf Qoca, dema mamosteyê sporê bû ji rejîma Saddam reviyabû û di sala 1981'ê de li Elmanyayê serî li penaberiyê dabû. Qoca yê 23 salan li Elmanyayê jiya, di sala 2004'an de vegeriya Başûrê Kurdistanê û di sala 2009'an de ji bo Serokatiya Şaredariya Hewlêrê hat hilbijartin.