KNK: Kuştina Îsa Huso destdirêjiya nav Rojava ye

KNK: Kuştina Îsa Huso destdirêjiya nav Rojava ye

Konseya Rêveber a KNK'ê êrîşa li dijî endamê Konseya Bilind a Kurd, Endamê Dîwana Serokatiyê ya Meclîsa Gel a Rojava (MRGK), û TEV-DEM Îsa Huso bi tundî şermezar kir û kuştina Îsa Huso weke destdirêjiyeke kirêt a li ser Rojava bi nav kir. 

Konseya Rêveber a KNK'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dijminahiya hêzên dij bi Kurd û dij bi Kurdistanê û destnîşan kir ku di her keysî de ev neyartî bi rengekî hovan tê nîşandan.

KNK'ê diyar kir ku ev demeke dirêje gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê, di nava aloziya li Sûriyê de axa xwe, warê xwe, welatê xwe da ku ji kuşt û kuştdariyê dûr bikin, desthilat û rêvebiriya xwe ya xweser pêkînane û bi giyanekî neteweyî û welatî di hemû çeperan da Rojavayê diparêzin.

KNK'ê ragihand ku navendên fitneyê bi ti rengî nahêlin Kurd û Kurdistaniyên Rojava di nava aheng û aramiyê de welatê xwe ji nû ve ava bikin û bi rê ve bibin. 

KNK'ê bal kişand ser aramiya li Rojavayê Kurdistanê ya di rewşa şer de û got, "Ji rejima Şamê bigirin heta opozisyona ku hevsarê wê di destê Tirkîye û hevalbendên wê da nahêlin ku xelkê Rojavayê di nav rehetîyê da bijîn. Ji aliyê ekonomîk heta êrişên leşkerî ji hemû aliyan ve operasyonên xedar ji tixuban ve têne kirin. Ji Efrînê ve, ji Kobanîyê ve, ji Serêkanîyê ve êriş û provakasyon di asta herî bilind de berdewam in."

Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin, ku ev navendên ajawe û têkvedanê herî dawî destê xwe dirêjî paytexta Rojava Qamişlo kiriye û destnîşan kir ku bi êrîşkariyeke bêbextane polîtîker û welatparêzê navdar Îsa Huso kuştine.

KNK'ê êrîş bi tundî şermezar kir û kuştina Îsa Huso weke destdirêjiyeke kirêt a li ser Rojava bi nav kir. KNK'ê diyar kir ku êrîş di demeke ku li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê amadekariya kongreya netewî tê kirin de pêk hatiye. 

KNK'ê got, "Kuştina îsa Huso mesajeke bi kîn û nefretane ya dijminên Kurd û Kurdistanê ye. Kurd û Kurdistanî vê peyama neyaran red dikin, mehkûm dikin. Îsa Huso endamê Konseya Bilind ya Rojavaya Kurdistanê ye û kuştina wî kiryareke rêzê nîne û hemleyeke dijminane ya li ser avabûna Rojavaya Kurdistanê ye."

KNK'ê ji malbata Îsa Huso, Konseya Bilind ya Rojavaya Kurdistanê, Meclisa Gel ya Rojavaya Kurdistanê, Partîya Yêkîtiya Demokratîk û hemû xelkê Kurd ê Rojavaya Kurdistanê xwest.

Konseya Rêveber a KNK'ê got, "em bangî Konseya Bilind ya Rojavaya Kurdistanê, YPG û asayişa Kurdistane dike ku kes û merkezên ev kiryara terorane kirî û Îsa Huso şehîd kirî bi hemû detayan vekolin û aşkera bikin ku bi rengekî huqûqî û dadyarî xwûna vî welatparêzê mezin li erdî nemîne.

KNK bangî hemû Kurd û Kurdistanîyan dike ku kuştina Îsa Huso wekî alarmekê bibînin, bêdeng nemînin, nerazîbûna xwe bi her awayî nîşan bidin û herweha hemû hêz û imkanên xwe seferber bikin û li dora Rojavaya Kurdistanê zirhekî parastinê yê neteweyî û welatî pêkbînin." KNK bangî Kurdistana Federal jî kir ku hemû der û dergehên li ser Rojavaya Kurdistanê vekin û erkên xwe yên neteweyî û welatî bi cih bînin.