'Kî dixwaze li Rojhilata Navîn siyasetê bike divê bi Kurdan re biaxive'

'Kî dixwaze li Rojhilata Navîn siyasetê bike divê bi Kurdan re biaxive'

Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir ku Kurd êdî li Rojhilata Navîn veguheriye aktorekî mezin. Muslim mijarên Yekîtiya Neteweyî û Kongreya Neteweyî jî nirxand û got, "Kî dixwaze li Rojhilata Navîn siyasetê bike, divê bi Kurdan re rûnê û biaxive."

Salih Muslim da xuyakirin ku di roja îro de Kurd li Rojhilata Navîn bûye aktorekî mezin e û destnîşan kir ku girîng e dewletên siyasetê dikin, hebûna Kurdan bibînin. Muslim da zanîn ku astengiya bingehîn a gihandina alîkariyan ji bo Kobanê Tirkiye ye û got, "Dewleta Tirk nebaşiyê dike û li dû hesabên qirêj e."

TIRKIYE LI BENDÊ BÛ EM HATINA PÊŞMERGEYAN RED BIKIN

Hatine çekên Pêşmergeyan bandoreke çawa li berxwedan û hevsengiya hêzan a li Kobanê kir?

Hem ji aliyê manewî hem jî ji aliyê leşkerî ve gelek cudahî hene. Ev ya ji destpêkê ve diviyabû bihata kirin bû. Pêşketineke derengmayî ye. Heta niha hevalên me li gorî derfetên xwe şer dikirin. Lê belê derbasbûna çekan ji bo me avantajek mezin derxist holê. Me destpêkê xwestin hêzên xwe yên leşkerî û çekên xwe yên ji kantonên din bişînin. Me xwest destpêkê hêzên xwe yên li kantona Cizîrê bişînin. Lê belê Tirkiyeyê bi ti awayî destûra vê neda. Demeke dirêj li dij derket. Piştre jî li bendê bû ku em ê hatina Pêşmerge û Artêşa Azad red bikin, derbasbûna van hêzan qebûl kir. Me jî got, 'ger hûn qebûl bikin, bila bên'. Vê yekê jî planên wan pûç kir.

Sedema rawestandina sê rojan a Pêşmergeyan li Pirsûsê ev bû?

Bêguman, naxwe çima hema ji ber xwe ve, tiştekî wiha bikin? Ji xwe hatina wan ji neçarî qebûl kirin. Li qada navneteweyî, hevkariya wan a bi DAIŞ'ê re wê zelaltir xuya bikira. Wê bi rewşeke wiha re rû bi rû bima. Ji ber vê yekê, di wê baweriyê de bûn ku em ê qebûl nekin û destûr dan. Bi vî rengî wê xwe paqij nîşan bida. Dema me got, 'bila werin' hemû planên wan têk çûn û vê carê jî heta ji wan hat hewl dan asteng bikin. Dema Pêşmerge disekinan, li aliyê din jî DAIŞ bêtir sor dikir. Di nava vê demê de çeteyan, di nava hefteya dawî de bi hemû hêza xwe êrîşî bajêr kirin.

Çi dibe sedem ku hûn vê tespîtê dikin?

Em siyasetmedar in. Em siyasê dikin. Em li encamê dinêrin. Ya ku hatiye kirin jî nîşan dide ku em mafdar in. Ev îdîa nînin. Dema mirov li polîtîkayên dewleta Tirk û daxuyaniyên rêveberên wê dinêrin, em mafdar xuya dikin. Wekî din li ser sînor dîmenên çeteyên DAIŞ'ê û leşkerên Tirk ên bi hev re, derket holê. Ev hemû nîşan didin ku Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê.

DI DEMEKE NÊZ DE WÊ BAJAR JI ÇETEYÊN DAIŞ'Ê BÊ PAQIJKIRIN

Niha li Kobanê însiyatîf di destê kê de ye?

Niha însiyatîf bi temamî di destê YPG'ê de ye. Û di demeke kurt de wê bajar bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê bê paqijkirin.

CÎHANA EREB JI HATINA PÊŞMERGE ACIZ E

Li rojava, pêwendiyeke cidî ji bo Kobanê heye. Piştevaniyeke global derket holê. Başe li cîhana Ereb rewş çawa ye?

Di cîhana Ereb de demokrasî û pîvanên mafên mirovan zêde li pêş nîne. Bi taybetî Erebên li nava Sûriyeyê, ji hatina pêşmergeyan aciz in. Artêşa Azad bi xwe jê aciz e. Weke hêzeke ku ji derve hatiye dinirxîne. Ji xwe gelek ji wan jî destekê didin DAIŞ'ê. Helwesta wan diyar e.

DIJMINATIYÊ DIXE NAVA GELAN

Li Enqereyê di 4'ê Mijdarê de li hemberî rêveberekî HDP'ê êrîşek hat kirin. Bi rêbaza DAIŞ'ê hat xwestin ku qirika wî bê jêkirin. Hûn vê çawa dinirxînin?

Li dijî Kurdan tehrîqek ewçend mezin heye. Bi taybetî AKP vê dike. Erdogan û AKP hewl dide navbea gelên li Tirkiyeyê de dijminatiyê sor bikin. Encam jî ev e. Ev nêrîn û mejî li Tirkiyeyê heye. Ev yek bi tenê wê rê li ber cihêbûna gelan veke. Em vê bûyerê şermezar dikin.

Der barê têkiliyên bi DAIŞ'ê re hikûmeta Tirk sûcdariyan red dikin, Tirkiye di vê mijarê de zelal e?

Siyaseta Tirkiyeyê ya der heqê DAIŞ'ê de zelal nîne. Di binî de destekê dide. Ne em tenê vê dibêjin. Welatên rojavayî, dewletên Ewropayê vê bi awayekî zelal tînin ziman. Planên wan (der heqê DAIŞ'ê de) hene.

Planên bi çi rengî? Di rewşeke ku li dijî DAIŞ'ê koalîsyoneke navneteweyî hatiye avakirin de, Tirkiye hînê hesabê çi dike?

Tirkiye DAIŞ'ê li hemberî Kurdan bikar tîne. Ev li Başûr û Rojava bi vî rengî ye. Bifikirin, naxwe çima DAIŞ îro êrîşî Kobanê bike; çi dixwaze? Çi karê xwe li wir heye? Êrîşî Kobanê û Başûrê Kurdistanê dike. Divê mirov li sedemên vê yekê bipirsin. Eger gelekî dixwaze waye rejîm (Sûriye) li wir e, bila biçin êrîş bikin. Ev hemû rê li ber pirsan vedikin.

Li derveyî DYA û welatên Rojavayî, Tirkiye vê hêzê ji ku digire?

Hêza xwe nîne ji xwe. Li arena navneteweyî de cih lê teng bûye. Demekê li herêmê sifir pirsgirêk dixwest, lê niha ketiye wê rewşê ku bi xwe pirsgirêkan diafirîne. Hemû cîranên xwe kiriye dijminê xwe.

NÊZÎKATIYA TIRKIYEYÊ NEXWEŞIYEK E

Hikûmeta Tirk çima ewqasî dijberiya Rojava dike?

Kurdan heta niha çi nebaşî bi Tirkiyeyê kirine? Timî destê dostaniyê dirêj kiriye. Lê belê Tirkiyeyê hemû planên xwe ji bo tinekirina Kurdan ava kiriye. Kurd û Tirk dixwazin bi hev re bijîn.

Ev pêkan e?

Em timî bilêv dikin, lê ew bi israr dixwaze me tine bike. Demekê Hîzbûllah kirin belayê serê Kurdan. Niha jî DAIŞ'ê bikar tînin. Sibê jî wê tiştekî cuda derxîne. Ev tirs ji ber çi ye, ev fobî. Ev nexweşiyek e.

HATINA PÊŞMERGEYAN JI BO KOBANÊ DI DÎROKÊ DE GAVEKE NÛ YE

Eger em li serî vegerin, hatina Pêşmergeyan ji bo Kobanê di rêya yekîtiya Kurdan de tê çi wateyê?

Beriya niha li Rebîa, Til Koçer, Şengal û gelek deverên din YPG û Pêşmergeyan bi hev re li dijî DAIŞ'ê şerekî hevpar meşandin. Lê belê hatina Pêşmergeyan ji bo Kobanê di dîrokê de gaveke nû ye. Girîng e. Bi vî rengî pêwîst bû. Ji bo min jî gaveke dîrokî û girîng e. Em dixwazin ev hewldan veguhere fermandariyeke hevpar a yekîneyên parastinê yên Kurdan.

DIVÊ KONSEYA LEŞKERÎ YA HEVPAR Û KONGREYA NETEWEYÎ BÊN AVAKIRIN

Hewldaneke we di vî warî de heye?

Hêviya me rêxistinbûyîneke bi vî rengî ye. Em dixwazin YPG, HPG û hêzên Pêşmerge bibin xwedî konseyeke hevpar a leşkerî. Li gel vê yekê, ji aliyê siyasî ve jî divê kongreya neteweyî bê lidarxistin. Konjontur vê ferz dike. Şert û merc vê yekê li ser Kurdan ferz dikin. Yekîtiyeke hem leşkerî hem jî siyasî divê hebe. Eger ev nebe, kêmasiyeke. Wê ji bo me windahiyek be.

KOBANÊ NIRXÊN MIROVAHIYÊ DIPARÊZE

Di 1'ê Mijdarê de li gelemperiya cîhanê bi sed hezaran kes herikîn kolanan. PYD vê yekê çawa dinirxîne?

Ya ku îro ev atmosfer afirand, berxwedana li Kobanê ye. Li wir mirovahî û nirxên mirovahiyê tên parastin. Ne tenê yên Kurdan nirxên tevahiya mirovahiyê tên parastin. Ji ber vê yekê xwedîderketina li Kobanê ne tenê wezîfeya me Kurdan e. Vana ne tenê serê me Kurdan, yê gelek rojnamevan û mirovên cîhana rojava jî jê kirin. Kurd li dijî van li ber xwe didin. Lewma ji bo me girîng e ku ji Latîn Amerîka heta Aysyayê mirov ji bo Kobanê herikîn kolanan, em wan pîroz dikin, girîng dibînin.

TIRK DIXWAZIN LI OSMANIYAN VEGERIN, KURD NIRXÊN DEMOKRATÎK TEMSÎL DIKIN

Li Rojhilata Navîn çi li benda Kurdan e?

Di cîhana Ereb de DAIŞ derket. Ev rêxistin, çand, bawerî û etnîsîteyên cuda hedef digire. Tirk jî di nav lêgerîn û hesreta vegera li Osmaniyan de ne. Îran jî rewşeke cuda ye. Li hereme nirxên demokratîk ji aliyê Kurdan, Asûrî, Suryanî û Xiristiyanan ev tên temsîlkirin.

Kurd êdî li Rojhilata Navîn aktorek e. Aktorekî gelekî girîng. Divê her kes vê bibîne. Heta niha hemû hêzan bi rêya Tirkiye, Iraq û Îranê rê nîşanî Kurdan didan. Lê niha, şert û merc bi temamî guherîn. Kurd siyaseta xwe bi xwe dikin. Qalibên berê hatine hilweşandin. Lê belê rê û rêbaza siyaseta nû hînê bi temamî nehatiye rûniştandin. Ji ber vê yekê jî girîng e di navbera Kurdan de yek deng û yekîtiyeke neteweyî hebe.

Astengiyên cidî li pêşiya vê hene?

Li Başûrê Kurdistanê hikûmetek heye, hemû parçeyan temsîl nake. Her wiha li Bakurê Kurdistanê jî. Siyaseta Kurd yekgirtî nîne. Divê dawî li vê rewşê bê anîn. Eger yekîtî çêbibe, hingî ev astengî wê ji holê rabin. Hingî Kurd nakeve bin kontrola kesî. Wê bibe aktorekî gelekî xurttir.

LI KOBANÊ ZÊDEYÎ NÎVÊ BAJÊR XERA BÛYE

Li Kobanê û Şengalê penaber li gelek kampan di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Ti dewlet alîkariyê nadin wan. Ji bo van penaberan bangek we li civaka navneteweyî heye?

Li Kobanê niha zêdeyî nîvê bajêr xera bûye. Bi sed hezaran mirov neçar man bajêr biterikînin û niha penaber in. Gelekî zehmet e ku em ji binê vê rabin. Hinekî pêwîstî bi alîkariya hêzên navneteweyî heye. Ji bo vê jî hewldanek şert e. Lê pirsgirêk dîsa Tirkiye ye. Duh alîkariya barê 900 TIR'an aht şandin, lê bi tenê 3 ji van hatine derbaskirin. Ew mirov çûne cem xizmên xwe, cîranên xwe, lê hikûmeta Tirk ji me dixwaze ku em minnetdarê wan bin.

Tirkiye niha veguheriyeke belayekî mezin. Nebaşiyê dike. Destûrê nade derbasbûna alîkariyên însanî. Ji bo jinûve avakirina Kobanê divê em komîteyan ava bikin. Gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Em hejmara van nizanin. Ji bo tespîta van hemûyan organîzeyek pêwîst e. Ev yek jî bi bidawîbûna şer ve girêdayî ye.