Keştiya diçe Îmraliyê tenê ji parêzeran re xerabe ye
Keştiya diçe Îmraliyê tenê ji parêzeran re xerabe ye
Keştiya diçe Îmraliyê tenê ji parêzeran re xerabe ye
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina asayî ya heftane bi muwekilê xwe Ocalan re pêk bînin, serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan. Lê dîsa bi hinceta keştî xerabe ye serlêdana parêzeran hat redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç, bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re li Girava Îmraliyê hevditinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên ku ji bo biçin Îmraliyê serî li Dozgeriyê dan, dîsa bi hinceta keştî xerabe ye, serlêdana wan hat redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve nikarin muwekîlê xwe bibînin.