Kesên li Cizîrê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin

Kesên li Cizîrê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin

Li Cizirê di operasyona ku bi tevlîbûna gelek polîsan pêk hat de 5 kes hatibûn binçavkirin, ên binçavkirî piştî karûbarên wan ên emniyetê îro sewqî Edliyeya Amedê kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 25’ê Tîrmehê de di nav wan de tîmên hêzên taybet û polîsên sivîl jî ku hebûn gelek polîs bi maşîneyên ku ji wan re tê gotin, dûpişk di derengiya şevê de li taxên Yafes, Sûr û Nûr girtibûn ser adresên ku berê hatibûn diyarkirin.  Di operasyonan de Mehmet Çagdavul, Mehmet Saît Arslan, Mehmet Zekî Ongun, Renas Çetîn û Abdurrahman Onder, ên hatibûn binçavkirin biribûn Muduriyeta Emniyeta Amedê. Kesên binçavkirî piştî karûbarên wan ên li emniyetê sewqî Edliyeya Amedê kirin. Kesên li Edliyeyê îfadeyê didin dozgeriyê.