KCK: Li pişt êrîşên li Serêkaniyê yekser Tirkiye heye

KCK: Li pişt êrîşên li Serêkaniyê yekser Tirkiye heye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin kir ku, şoreşa Rojava li gel azadkirina Rojavayê Kurdistanê bingeha Sûriyeke demokratîk û azad avêtiye. KCK'ê bal kişand ser êrîşên rojên dawî yên li Serêkaniyê rû didin û destnîşan kir ku li pişt van êrîşan yekser Tirkiye heye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 1. salvegera Şoreşa Rojava ya di 19'ê Tîrmehê de bi bidestxistina rêveberiya bajarê Kobanî destpê kir, daxuyaniyek weşand û destnişan kir ku ev şoreş hesreta sed salan û encama têkoşîna mezin a 40 salan e. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bibîr xist ku gel û ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê bi dehan salane li her çar parçeyên Kurdistanê, ked, xwîn û canê xwe dane û got, "Gelê me yê Rojava ku ji herkesî bêtir piştgirî da hemû parçeyên Kurdistanê, xebata xwe bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê wergirtiye. Bêguman di pêkhatina vê şoreşê de keda mezin a Rêber Apo heye. Rêber Apo 20 salan bi gelê Rojava re jiyaye, û bingeha civakî û nêrînî ya şoreşê di van salan de bi xurtî daniye. Beşek mezin a gelê Rojava Rêberê xwe nas kiriye û hewl daye hêjayî rêbaza têkoşînê û jiyana Rêberê xwe bibin. Bi vî rengî Rêber Apo ne tenê ji bo kadroyên Rojavayî, rêbaza xwe ya têkoşîn û jiyanê daye gelê Rojava jî. Bûye mamosteyê mezin ê şoreşger ê gelê Rojava. Di serketina şoreşa Rojava de bandora hewldan, jiyan û têkoşîna Rêber Apo ya li nava gel, roleke mezin dileyze."

'NÎŞAN DIDE KU MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK, RÊYA SÊYEMÎN E'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku şoreşa Rojava nîşan dide ku têgihiştina Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêya rast a xeta sêyemîn ê û ev mijar destnîşan kir: "Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîperestiya zayendî ya dixwaze civakê bike hêz, li Rojava bi ser ketiye. Eger li beranberî hemû êrîşan ev şoreş dikare xwe biparêze, ev ji ber taybetmendiya wê ya xwe dispêre civaka demokratîk e. Yekîneyên Parastina Gel YPG xwe dispêre civaka demokratîk, li ber xwe dide û êrîşan bêbandor dihêle. Rastiya civaka demokratîk di heman demê de rastiya hêza parastineke xurt e. Û ev yek bi şoreşa Rojava de careke din xwe ispat kiriye.

Îro li Rojava, jin, ciwan, kal, pîr, zarok tevahiya beşên civakê xwe birêxistin dikin û civaka demokratîk ava dikin. Hemû civakên etnîkî û baweriyên cûda yên li Rojavayê Kurdisanê xwe bi awayekî azad bi rêxistin dikin û bi awayekî azad cihê xwe di nava jiyana demokratîk de digirin. Di nava rewşa şoreşê de demokrasî û azadî tên jiyîn. Di vê rewşê de mejî, nêrîn û rêbazên jiyanê bi lez diguherin. Li Rojava bi awayekî lez, jiyaneke li ser bingeha civaka demokratîk ava dibe. Rojava bêhna azadiyê hilm dike. Berxwedana li dijî zehmetiyan û hilmkirina bêhna jiyana azad, bi hev re tên jiyîn."

'BINGEHA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK TÊ DANÎN'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin kir ku, şoreşa Rojava li gel azadkirina Rojavayê Kurdistanê bingeha Sûriyeke demokratîk û azad avêtiye û got, "Îro li Sûriyê, hêza bingehîn a demokratîk Kurd e. Bingeha demokratîkbûyîna Sûriyê ne. Eger îro gelê Sûriyê ne alîgirê deshilatdariya heyî û mûxalefeta ne demokratîk e, ev ji ber şoreşa Rojava ye. Gelê Sûriyê, di şexsê şoreşa Rojava de dît ku rêyeke sêyemîn heye. Gelê Sûriyê niha li ser bingeha rêya sêyemîn de dixwaze Sûriye demokratîk bibe.

Lêgerîneke nû ya hêzên navnetewî ya li derveyî deshilatdariya heyî û mûxalefetê, rastiya polîtîkayên li Rojava û Sûriyê tê meşandin, nîşan dide. Eger Kurd di vê polîtîka xwe de biryardar be, ewê teqez bi ser bikevin. Ne bi tenê Sûriye demokratîk bibe, wê ji bo demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn bibe modêleke mînakdar. Derfet ji Sûriyê re derketiye holê ku bibe modêla demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn.

Li ser vê bingehê em ban gli hêzên demokrasiyê yên Sûriyê û hêzên şoreşê yên li Rojava dikin ku bibin yek û Sûriyeya demokratîk û Kurdistana azad ava bikin. Pêşeroja Rojava û hêzên demokrasiyê yên Sûriyê, bi vê ve girêdayî ye.

'DIVÊ HEMÛ HÊZÊN SIYASÎ, JI BO DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ ROLÊ BILEYZIN'

Li Rojavayê Kurdistanê, pêwîste hemû hêzên siyasî yên biçûk-mezin li ser bingeha azadîperestî û demokrasiyê yekitiya xwe ava bikin û rolên xwe yên ji bo demorkatîkkirina Sûriyê çalaktir bileyzin. Li Rojavayê, şerê ji bo deshilatdariyê, şantaja li dijî şoreşê û avakirina tengezariyê di nava Kurdan de, bi ti awayî bi kêrî berjewendiyên Kurdan nayê. Eger Kurd yekitiya xwe li ser bingeha demokratîkbûyînê xurt bikin, rêveberiyên xwe yên cewherî yên li ser bingeha civaka demokratîk ava bikin û bi hêzên demokratîk û azadîperest ên Sûriyê re yekitiyê ava bikin, wê bi statuya Kurdistana azad re bibin temînata demokratîkbûyîna Sûriyê. Li ser vê bingehê divê hemû hêzên Kurdisanî yên biçûk-mezin, di nava yekitiya demokratîk de cih bigirin û bibin hêza bingehîn a demokratîkkirina Sûriyê. Şoreşa Rojava, tevî ku şoreşa hemû Kurd û civakên bindest ên li Rojavayê Kurdistanê ye, di heman demê de şoreşa hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû Kurdan dikin ku xwedî li şoreşa rojava derkevin û ji bo serketina vê şoreşê bixebitin."

KCK'ê da xuyakirin ku li gel vê rewşa şoreşî, dijminên şoreşê jî ji bo vê rewşê belav bike û têk bibe dest bi êrîşan kirine û got, "Karektera demokratîk a kûr a vê şoreşê, tirs xistiye dilê hemû paşverûyên li Sûriyê, herêmê û nokerên Kurdan. Ev hemû hêzên mijara gotinê, karektera demokratîk a şoreşa Rojava, weke dawiya xwe dibînin. Eger şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi ser bikeve, hêzên dewletperez, deshilatdarparêz û antî-demokratîk, wê nikaribin li ser piyan bimînin. Şoreşa Rojava û Tevgerên Demokratîk Şoreşger ên li Cîhan Ereb xwedî wê karekterê ne ku mejî, rûyê siyasî û civakî yên Rojhilata Navîn biguherînin. Ji xwe gava hêz û hebûna şoreşa bi pêşengiya PKK'ê ev 40 sal in tê meşandin li ber çavan were girtin, tê dîtin ku hemû paşverûyên li herêmê ber bi tinebûnê ve diçin. Ji ber vê yekê, Şoreşa Rojavayê, sînorên Kurdistanê derbas kiriye û veguheriye şoreşeke herêmî.

Li pişt êrîşên li dijî şoreşa Rojava hêzên herêmî hene. Ji xwe yek ji sedema bingehîn a êrîşên rejîma Esad a li dijî Şoreşa Rojava, karektera demokratîkkirinê ya şoreşê ye.

Di destpêka sala duyemîn a şoreşa Rojava de, êrîş zêde bûn. Bi taybetî li pişt êrîşên li Serêkaniyê yekser Tirkiye heye. Ev rastî bi xwe jî nîşan dide ku şoreşa Rojava çiqasî tirs û xof xistiye dilê dijberên Kurd û paşverûyên herêmê."

KCK'ê da xuyakirin ku li dijî van hemû êrîşan, şoreşa Rojava bi hêza ji civakê digire li ber xwe dide û herî dawî ev xal destnîşan kir: "Rojava, Fîlîstîna tevahiya Kurdan e. Gelê Kurdistanê wê xwedî lê derkeve û seketina şoreşê weke deynekê namûs û rûmetê bibîne û her tim li gel şoreşê be.

Em yekemîn salvegera şoreşa Rojava di kesayetiya şehîdan de careke din pîroz dikin û destnîşan dikin ku emê li gel vê şoreşê bin, piştgiriyê bidin hemû biryarên gelê Rojava û rêveberiya cewherî."