KCK: Divê hemû parçe tevlî seferberiya parastina Rojava bibin

KCK: Divê hemû parçe tevlî seferberiya parastina Rojava bibin

KCK'ê destnîşan kir ku kuştina Îsa Huso li Rojavayê Kurdistanê gefa li tevahiya Kurdan e û got, "Heta ku şoreşa Rojava ewle bibe, divê hemû Kurd li ser piya bin. Tevî beşdariya li şoreşê, pêwîste her Kurdek di warê madî û manewî de bikeve nava seferberiya alîkariyê."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der heqê Endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso yê duh li bajarê Qamişlo di encama sûîkastekê jiyaan xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hat ragihandin ku bi kuştina Îsa Huso re jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd hedef hatiye girtin û bal hat kişandin ser hewldanên ji holê rakirina deskevitiyên li Rojavayê Kurdistanê.

KCK'ê da xuyakirin ku ev kuştin ne bi tenê karê çeteyan e û got, "Îstîxbarata Sûriyê, dewleta Tirk û hin Kurdên noker, li pişt kampanya êrîşên nexêr û xayîn ên li hemberî şoreşa Rojava cih digirin."

KCK'ê diyar kir ku divê kuştina Îsa Huso weke gef û xeteriyeke mezin li dijî jiyana azad a tevahiya gelê Kurd bê fêmkirin û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku bi lez û bez bikeve nava seferberiya alîkariya madî û manewî.

‘BI KUŞTINA ÎSA HUSO RE VÎNA SIYASÎ HEDEF TÊ GIRTIN’

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê weha ye:

"Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso ku, ji roja damezrînê û vir ve di nava xebatên PYD'ê de cih digire, bi awayekî adîlane hat kuştin. Em berpirsyarên vê komkujiyê bi tundî lanet dikin, ji malbat xizm, gelê Rojavayê Kurdistanê û PYD'ê re sersaxiyê dixwazin. Em bi bawerin ku hesret û bîranîna wî; Kurdistana azad û Sûriyeya demokratîk wê teqez pêk werin.

Ya ku bi kuştina Îsa Huso re hedef hatiye girtin, jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd e. Diyar e ku di nava vê bûyera kuştinê de, gelek hêzên nikarin xwe li Kurdên azad rabigirin, hene. Nikarin xwe li jiyana azad û demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê rabigirin. Ji ber ku her tim Kurd weke kole dîtine, li dijî jiyana demokratîk û azad a Kurdan gelekî bi hêrs e. Ji ber vê yekê nikarin xwe li sazîbûna Rojavayê Kurdisatnê û Xweseriya Demokratîk rabigirin. Ev meheke gelek hêz êrîşî şoreşa Rojava dikin, êrîşî gundên Kurdan dikin û malên wan talan dikin, Kurdan koçber dikin, bi sedan sivîlan dîl digirin û êşkencê li wan dikin. Ev hemû bi armanca şikandina vîna Kurdan e. Di kesayetiya Îsa Huso de jî hewl didin mirovên zane û pêşengên civakê tine bikin û vîna siyasî ya Kurdan ji hev belav bikin.

‘BÛYERA KUŞTINÊ NE TENÊ KARÊ ÇETEYANE’

Kuştina Îsa Huso, armancên wan ên li dijî Rojavayê Kurdistanê diyar kiriye. Wê êrîşî jiyana demokratîk û azad a Kurdan bikin û hewl bidin deskevtiyên wan ji holê rakin. Diyare ku dewlet, mûxalefet û welatên herêmê di dijminahiya Kurdan de li hev kirine. Bi êrîşkirina Kurdan re tevgera gel û têkoşîna demokratîkbûyînê ya Sûriyê ji rêya rast hatiye derxistin. Ji ber vê yekê, ev bûyera kuştinê ne tenê karê çeteyan e. Îstîxbarata Sûriyê, dewleta Tirk û hin Kurdên noker, li pişt kampanya êrîşên nexêr û xayîn ên li hemberî şoreşa Rojava cih digirin. Ev rastî jî nîşan dide ku têkoşîna azadiya Rojavayê Kurdistanê û demokratîkbûyîna Sûriyê wê bi dijwarî bimeşe. Ji ber her şoreş bi têkoşîneke dijwar a li dijî dij-şoreşê hatiye qezençkirin. Şoreşa Rojava jî wê bi têkoşîneke mezin were qezençkirin. Ji xwe berxwedana bi heybet a gelê Kurd û vîna wê ya serketinê, vê rastiyê derdixîne holê.

'PÊWÎSTE HEMÛ PERÇE TEVLÎ SEFERBERIYA PARASTINÊ BIBIN’

Hêzên Şoreşger ên Rojava banga seferberiya parastinê li gelê Rojava kiriye. Em jî weke KCK’ê piştgiriyê didin vê seferberiyê. Pêwîste netenê gelê Rojavayê Kurdistanê tevlî serferberiyê bibe, pêwîste hemû Kurdên perçêyên din tevlî bibin. Parastina Şoreşa Rojava parastina jiyana demokratîk û azad ya hemû perçeyên Kurdistanê ye. Bi êrîşkirina ser Şoreşa Rojava netenê şikandina îradeya gelê Rojava ye, dixwaziin îradeya hemû gelê Kurd bişkênin. Ji ber vê heta ku Şoreşa Rojava nexin nava ewlekariyê, pêwîste hemû Kurd li ser lingan bin. Di serî de pêwîste bi awayek filî bikevin nava şoreşê û weke din jî di aliyê aborî û manewî de bikevin nava seferberiyê de. Ji ber ku şoreş û rizgariya perçeyekê, şoreş  û rizgariya hemû perçeyên dine. Eger perçeyek winda bike tê wateya hemû perçe winda bikin.

Welatparêzê mezin Îsa Huso ku hemû temenê xwe di rêya demokrasî û azadiya gelê Kurd de derbaz kir, qetilkirina Huso pêwîste weke gefek li dijî jiyana azad ya hemû Kurdan û xeteriyekê bê fêmkirin. Ji vê rojê pêve li dijî gef û xeteriyan pêwîste yek saniyeyekê jî bêhay nebin û xwedî li parastina şoreşa Rojava derbikevin.

Em careke din berxwedana fedaiyane ya Şoreşa Rojava silav dikin, wê hesretên Îsa Huso bibe sedema Kurdistaneke azad û bi pêşxistina Şoreşa Rojava re emê tola Îsa Huso û hemû şehîdên xwe hildin û di vê mijarê de baweriya me tam e."