KCD'ê ji malbata Felekedîn Kakeyî sersaxî xwest
KCD'ê ji malbata Felekedîn Kakeyî sersaxî xwest
KCD'ê ji malbata Felekedîn Kakeyî sersaxî xwest
Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê, ji ber wefata siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskarê Kurd Felekedîn Kakeyî ji malbata wî û gelê Kurd re sersaxî xwest.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji ber wefata siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Felekedîn Kakeyî peyamek sersaxiyê weşand.
Di peyama xwe de KCD'ê w'ha got:
"Rewşenbîr, siyasetmedar û kurdperwerê gewre, wezîrê rewşenbîrî yê hukûmeta herêma Kurdistanê yê berê birêz Felekedîn Kakeyî ji nav me koçî ebediyetê kir. Em sersaxiyê pêşî ji malbata wî re dûre jî ji gelê kurd re dixwazin. Em dizanin ku birêz Felekedîn Kakeyî bi bîr û boçûnên xwe, bi afirandinên xwe emrekî têr û tije di rêya Kurdayetiyê de serf kir. Ji ber vê yekê jî koçkirina rêzdarê hêja wendayiyek neteweyî ye ji bo gelê Kurd. Em di koça wî ya dawî de li ser navê KCD'ê dixwazin dubare sersaxiyê ji malbata wî û gelê xwe yê bi rûmet re bixwazin."