Katalonya ya li ser rêya serxwebûnê

Katalan, ku di destûra bingehîn a Spanyayê de weke yek ji neteweyên bingehîn ên welêt tê pênasekirin, daxwaza xwe ya ji bo serxwebûnê bi dengekî bilindtir tîne ziman. Kataloyan ji bo serxwebûnê xwedî gelek argumanên xurt ên dîrokî, çandî û aborî ye.

Di navbera partiyên li Rêveberiya Xweser a Katalonyayê, ku di dema dawî de ji bo referandûma serxwebûnê ketine nava liv û tevgerê û hikumeta navendî ya Spanyayê de rewşa aloz dewam dike. Tê texmînkirin, ku di referandûma serxwebûnê de wê rêjeya alîgir û dijberan hêzî hev bin. Tevî ku hikumeta navendî her tim îdîaya 'Spanyatiyê' tîne ziman jî, Katalan her tim bûne neteweyeke cuda.

YEK JI ŞEŞÊ ŞÊNIYÊN SPANYAYÊ LI KATALONYAYÊ DIJÎN

Katalonyaya ku 7,5 mîlyon nifûsa xwe heye, 17 ji her 100 kesên li Spanyayê li vê herêmê dijîn. Katalonya bi herêma xwe ya ji 32 hezar kîlometreçargoşeyî re tenê 6 ji sedî yê Spanyaya 505 hezar kîlometreçargoşeyî ye.

Li Katalonyayê, tevî zimanên Katalan û Spanî, her wiha li aliyê başûrê Fransayê bi zimanê Aranî ku yek ji zaravayên Oksîtanî ye, tê axaftin. Katalonya xwedî otonomiyeke berfireh e. Li Katalonyayê, ku li gel Spanî (Kastîlyanî) her wiha Katalanî û Aranî weke zimanên fermî tên qebûlkirin. Li Spanyayê Parlamenta Herêmê ya ji 135 kursiyan heye.

Katalonya, ku paytexta wê Barcelona ye, yek ji 17 herêmên xweser ên li Spanyayê ye. Di nava xwe de 4 herêmên rêveberiyê hene. Ev herêm jî ji komunan pêk tê û ji 41 cihên jê re 'Comarca' tê gotin, pêk tê.

AXA KATALANAN NE TENÊ KATALONYA ROJA ÎRO YE

Tevî ku gelê Katalan di roja îro de tenê bi Herêma Xweser a Katalonyayê tê nasikrin jî, ji aliyê dîrokî û çandî ve axa Katalanan an jî welatê Katalanan gelekî berfirehtir e. Ev xaka ku yekemcar ji aliyê dîroknas Benvîngût Olîver ve hate ser ziman, tevî Katalonyaya roja îro, dewleta Andorra, bajarê Pyrênês Orîentales ê li başûrrojavayê Fransayê, Valencîa, Mallorca û gelek bajarên li herêmê di nav de cih digirin.

BEŞEK JÊ RADESTÎ FRANSAYÊ HATE KIRIN

Sala 1940'î, piştî serhildana gundiyan a li Katalonayayê ya li dijî polîtîkayên bacê, Barcelona kete destê serhildêran. Di heman demê de, piştî nîqaş û rakişiya li ser girêdana Katalonyayê bi Fransayê, bi Peymana Pyrênêes a sala 1659'an re bakurê welêt ji Fransayê re hate hiştin. Ev beşa bajarê Pyrênêes Orîentales ê li Fransayê ye.

DI SALA 1932'AN DE XWESER BÛ

Sala 1931'ê di çarçoveya soza xweseriyê ya çepa Spanyayê de, piştî ku Partiya Komarger a Katalan (ERC) di hilbijartinên herêmî de bi ser ket, Komara Katalonyayê hate ragihandin. Ev yek ji aliyê lîderê ERC Francesc Macîa ve hate ragihandin.

Navbera salên 1936-1939'an, di dema şerê navxweyî yê Spanyayê de faşîstên Spanyayê bi serkêşiya general Francîsco Franco Katalonya dagir kiribûn. Serokê dawî yê Katalonyayê Llûîs Companys ji aliyê Gestapo ve ji Fransayê radestî Spanyayê hatibû kirin û ji aliyê rejîmê ve hatibû kuştin.

ZEXTÊN LI SER KATALANÎ DI DEMA FRANCO DE ZÊDE BÛ

Sala 1939'an ku Franco desthilatdarî bi temamî kontrol kir, statuya xweseriyê ya Katalonyayê rakir û zimanê Katalanî bi temamî qedexe kir. Pirtûkên bi zimanê Katalanî hatin nivîsandin hatin şewitandin, çapxane bi hinceta ku pirtûk çapkirine dihatin sansurkirin.

Lê belê, piştî ku Elmanya Nazî ku destekvanê herî girîng ê Franco bû di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de têk çû, rejîmê li hemberî gelê Katalan ê gelek nerazî bû, pêkanînên xwe hinekî sist kir. Di 10 salên destpêkê yên rejîma Franco de hema bêjin zimanê Katalanî tenê li nava malan dihate axivîn. Wê demê gelek rewşenbîrên Katalan neçar mabûn welatê xwe biterikînin.

SALA 1979'AN JI NÛ VE XWESER BÛ

Rêveberiya Generalîtat a ku Katalonyayê ku ji aliyê rejîmê ve hate rakirin, li sirgûnê dewam dikir. Katalanên ku li derve têkoşîna xwe didomandin, piştî hilweşandina dîktatoriya Franco, sala 1977'an serokê dawî yê Generalîtat Josep Taradellas vegeriya welatê xwe û ji bo xweseriyê dest bi kar kir.

Di çarçvoeya destûra bingehîn a Spanyayê de ku sala 1978'an hate amadekirin, 17 heremên otonom dihate destnîşankirin. Tevî Katalonya, welatê Baskê û Galîçya weke 'neteyeke' ku Spanyayê pêk tînin, hatin qebûlkirin. Statuya otonom a Katalonyayê sala 1979'na kete meriyetê û herêm ji aliyê dadgerî û rêveberiyê ve heta astekê xweser bû. Rêveberiya Generalîtat ji nû ve ava bû û tevî parlamenta herêmî, Dadgeha Bilind a bi Dadgeriya Spanyayê ve girêdayî hate avakirin.

Berevajî welatê Baskê, li Katalonyayê rêbaza têkoşîna çekdarî nehate pejirandin. Ji ber bandora pêşketina aboriyê, hişmendî xurt bû û serdestkirin û belavkirina zimanê Katalanî weke armanc hate destnîşanikrin. Ji hingî ve Katalanî weke zimanê fermî yê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê tê bikaranîn.

BI REFERANDÛMA 2006'Ê RE XWESERÎ HÊ BERFIREH BÛ

Sala 2005'an tevî îtirazên hikumeta navendî ya Spanyayê jî bi dengdana li Parlamenta Herêmî ya Katalonyayê re, qanûna li ser berfirehkirina xweseriyê hate qebûlkirin. Katalonya, ku xwedî aboriya herî xurt a Spanyayê ye, 18'ê Hezîrana 2006'an referandûm li ser zêdeikrina erkên rêveberiya xweser lidar xist û di vê çarçoveyê de statuyeke nû hate qebûlkirin.

Li gorî vê statuya nû, ku Katalan dîsa jî weke 'neteweyeke nava Spanyayê' hate binavkirin, Rêveberiya Xweser a Katalan li ser bikaranîna hatineyên bacê hîn bêhtir bû xwedî mafê gotinê û kontrola bendergeh û balafirgehan bi giranî ji Katalonyhayê re hate hiştin. Perwerdeya bi Katalanî weke mecbûrî hate destnîşankirin.

Bi referandûmê re her wiha erkên Dadgeha Bilind a Katalonyayê hatin zêdekirin û organeke bi navê Konseya Giştî ya Hêze ya Adlî hate avakirin. Wekî din Katalonya bû xwedî wî mafî ku karibe yekser bi Yekîtiya Ewropayê re têkiliyê deyne.

BI ABORIYA XWE, HERÊMA HERÎ XURT SPANYAYÊ YE

Katalonya herçend 17 ji nifûsa Spanyayê be jî, ji aliyê aboriyê ve xwedî 19 ji sedî yê para hatineya milî ya welêt e. Di vî warî de paytext Madrîd jî derbas kiriye. Her wiha hatineya milî ya serê şexsekî, yek ji pêncê nîveka Spanyayê bilindtir e.

REFERANDÛMA SALA 2014'AN

Piştî hilbijartinên herêmî yên sala 2010'an, Serokê Herêmê Artûr Mas di slaa 2014'an de biryar da ku li ser diyarkirina çarenûsa welatê xwe referandûmê bike. Tevî ku referandûma di 9'ê Mijdara 2014'an de hatibû destnîşankirin ji ailyê Dadgeha Bilind a Spanyayê ve hate qedexekirin, di dema xwe de sindoq hatin danîn. Ev referandûma ji aliyê qanûnî ve derbasdar nebû, 48 ji sedî tevlîbûn çêbû û 80 ji sedî beşdarên referandûmê ji bo ji Spanyayê veqetin deng dabûn.

PÛIGDEMONT Ê PIŞTÎ MAS HAT, HÊ BI BIRYAR E

Carles Pûîgdemont, ku Çileya 2016'an piştî Artûr Mas bû serokê herêmê, nîşan da ku ew ê jî dest ji nêrîna serxwebûnê bernede. Pûîgdemont di meha bihurî de di 1'ê Cotmehê de wê referandûmeke nû bê kirin.

Herî dawî, di 4'ê Tîrmehê de hikumeta herêmê pêşnûmeyek 'Qanûna Referandûmê ya Biryardana li ser Siberoja xwe ya Katalonyayê" eşkere kir. Partiyên Katalon bi biryar in, ku eger di referandûma ku hikumeta navendî ya Spanyayê red dike dengê 'erê' derkeve, wê di nava 48 saetan de serxwebûnê îlan bikin.

Ji ber ku ji aliyê hikumeta navendî û Dadgeha Destûra Bingehîn ve nehatiye erêkirin, referandûm ji aliyê Madrîdê ve derqanûnî tê dîtin. Di pêşnûme qanûna navborî de nexşerêya li ser referandûmê hatiye diyarkirin û hatiye destnîşankirin, ku wê biryara astengkirin^eya Spanyayê neyê qebûlkirin.

Di pêşnûmeyê de tê destnîşankirin, ku referandûm wê di bin sîwana Dîwana Edaletê ya li Laheyê û Dadgeha Bilind a Katalonyayê de bê kirin. Tê payin ku ev pêşnûme qanûn di meha Tebaxê de pêşkêşî dengdanê were kirin. Eger bê erêkirin, çav li rê ye ku hikumeta Spanyayê vê bibe ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.

Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Pûîgdemont di ragihandina pêşnûmeyê de destnîşan kir, ku ti hêza dewleta Spanyayê nikare pêşî li refeandûmê bigire.