Karasû: Li nava PKK'ê, zehmetî sedema serketinê ye

Karasû: Li nava PKK'ê, zehmetî sedema serketinê ye

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hatin bîranîn. Endamê Saziya Serokatiyê ya KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku berxwedana 14'ê Tîrmehê rêbaza şoreşê ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê afirandiye. Karasû got, "Di nava PKK'ê de zehmetî sedema serketinê ye. Ji niha û pê ve jî wê ev rastî dewam bike. Di dema pêş de zehmetî çi dibe bila bibe, emê têbikoşin û teqez bi ser bikevin."

Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek ên di 14'ê Tîrmeha sala 1982'an de li zîndana Amedê berxwedaneke mezin nîşan dan û jiyana xwe ji dest dan, di 32. salvegerê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayan ve hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê de Endamê Saziya Serokatiyê ya KCK'ê Mûstafa Karasû, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan, birazê M. Xeyrî Dûrmûş Salîh Dûrmûş û tevî gelek fermandarên HPG'ê hejmareke zêde gerîla amade bûn. Merasîmê bi deqeyeke rezgirtinê destpê kir û endamê Saziya Serokatiyê ya KCK'ê Mûstafa Karasû bi bîranîna berxwedêrên 14 Tîrmehê û hemû têkoşerên di şoreşa Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, dest bi axaftina xwe kr. Karasû destnîşan kir ku eger îro têkoşîna azadiyê ya Kurd têk naçe, ev ji ber giyan û rêbaza têkoşînê ya 14'ê Tîrmehê ye.

'BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ GIYANEKE TÊK NAÇE'

Karasû da xuyakirin ku berxwedana 14'ê Tîrmehê ya êrîşên faşîzm ên 12'ê Îlonê pûç kir, li Kurdistanê giyaneke têk naçe afirand û anî ziman ku tevgera Kurd serketina xwe ji vê berxwedanê digire. Karasû got, "Hevalên me armancên ne bi xêr ên êrîşên faşîst ên 12'ê Îlonê baş dizanîbûn. Ji ber vê yekê, hîn ji destpêkê ve dizanîbûn ku ewê bi 14'ê Tîrmehê re canê xwe bidin û dest bi çalakiyê kirin. Û heta dawiyê, dema nêzî şehadetê bûn jî bi moral û coşeke mezin, têkoşîna xwe dewam kirin. Û bi rastî jî ji bo dîroka Kurdistanê, ji bo dîroka partiyê nirxên giranbuha afirandin. Rêbaza şoreşa Kurdistanê afirandin. Di şert û mercên zehmet de têkoşiyan û rêbaza serketinê derxistin holê. Vê têkoşîna îro hûn dimeşînin, wê rojê afirandin."

Karasû da xuyakirin ku beriya 31 salan li zîndana Amedê yek ji şerên herî giran ên dîrokê hatiye dayîn û got, "Darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê, ji bo PKK ya ku ji nû ve çavê Kurdan li jiyanê vekir ji ser pelên dîrokê bibe, di kesayetiya kadroyên pêşeng de PKK'ê ji holê rake û hêviya azadiyê ya gel di betonên zîndana Amedê de veşêre, ket nava êrîşan. Ev yek pêngaveke mezin a dewleta Tirk a ji şerê qirkirina çandî ya sedan salane dimeşîne ye. Bi tinekirina PKK'ê li zîndanan re, wê hêviya tevgera azadiyê ya Kurdan li nava betonên zîndanê binax bikra. Bi vê qelsî û têkbirinê re wê qirkirina çandî ya li Kurdistanê temam bikira. Li belê li hemberî vê armanca ne xêr, şehîdên me yên mezin Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek rawestiyan. Li dijî van êrîşan, berxwedaneke mezin nîşan dan."

BERXWEDAN WÊ HER DEWAM BIKE

Karasû diyar kir ku têkoşîna wan a azadiyê ya îro, ji giyan û rêbaza berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê hêzê digire û destnîşan kir ku ewê di her şert û mercî de têkoşîna xwe dewam bikin. Karasû got, "Heta ku gelê Kurd bigihêje jiyana azad û demokratîk, ev têkoşîn wê dewam bike. Şert û merc çi dibe bila bibe, zor û zehmetî çi dibe bila bibe, eger sed sal be jî wê ev têkoşîna azadiyê dewam bike. Ji ber ku tişta 14'ê Tîrmehê nîşanî me da ev e: Zehmetî çi dibe bila bibe, zext, zilm çi dibe bila bibe, eger bawerî bi serketinê hebe, serketin wê teqez were. Di nava PKK'ê de zehmetî sedema serketinê ye. Ji niha û pê ve jî wê ev rastî dewam bike. Di dema pêş de zehmetî çi dibe bila bibe, emê têbikoşin û bi ser bikevin."

Di merasîma bîranînê de birazê M. Xeyrî Dûrmûş Salîh Dûrmûş jî hestê xwe anî ziman. Dûrmûş da xuyakirin ku ew serbilind e ji ber li çiyayên Kurdistanê ye û diyar kir ku 14'ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin e.