Kalê birîndar dixwaze li mewziyê vegere

Kalê birîndar dixwaze li mewziyê vegere

Mihemmed Şêx Mihemmed (60) ê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de bi gule li lingê wî ketî li mewziyê birîndar bû, li Pirsûsa ku lê tê dermankirin li bendê ye ku lingê wî rehet bibe û careke din li mewziya neçar maye biterikîne, vegere. Mihemmed destnîşan kir ku bi berxwedana wan re wê Kobanê di demeke nêz de azad bibe û ew ê li cih û warên xwe vegerin.

Li Kobanê ku ji 7 heta 70 salî her kes di eniya berxwedanê de cih digirin, Mihemmed Şêx Mihemmed ê 60 salî, dema çeperê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dida bi gule li lingê wî yê rastê ketî, birîndar bû. Mihemmed ê beriya mehekê li Girê Kanî birîndar bû û ji bo dermankirinê hat Pirsûsê, li benda vegera li mewziya xwe ye. Mihemmed ê malbata wî li Wargeha Arîn Mîrxan bicih bûye, diyar kir ku ji bo namûsa xwe biparêzin û xwedî li rûmeta xwe derkevin wan rahiştine çekan û destnîşan kir ku di berdêla vê de ew bimire jî ew ê li dijî êrîşên DAIŞ'ê li ber xwe bide.

'DAXWAZA MIN A YEKANE VEGERA LI MEWZIYÊ YE'

Mihemmed da xuyakirin ku li çepera ew lê bû karê wî ragihandina agahiyên li ser tevgera çeteyên DAIŞ'ê bû û dema birîndar bû hevalê wî yê YPG'yî yê ji bo wergirtina wî hat çeperê ew jî birîndar bûye û got, "Ez û hevalê min ê YPG'yî me xwe bi kaşkirinê ji herêmê derxist. Dûre ji bo tedawiyê hatim Pirsûsê. Niha yekane daxwaza min vegere e û hildana tolê ye. Ez dixwazim li mewziya ku neçar mam biterikîne, vegerim. Eger lingê min îro baş bibe, ez ê derbasî Kobanê bibim."

'TÊKOŞÎNA ME BI QASÎ YA DEWLETAN E'

Mihemmed da xuyakirin ku wan zilm li kesî nekirine û xaka kesî dagir nekirine û anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê yên nediyar ji ku hatine dixwazin wan bikujin û çav berdane ax û namûsa wan. Mihemmed ragihand ku li hemberî vê yekê ew xwe diparêzin, lê belê ji ber çekên giran ên çeteyan ew di rewşa parastinê de mane. Mihemmed got, "Ti heqekî wan li me nîne. Eger hebe heqek ê me li her kesî ye. Hemû cîhan li hemberî me sekinîne û li benda têkçûna me ye. Her çend çekên me yên giran tinebin jî, li gorî dewletên cîhanê rêxistinbûyîn û têkoşîna me bi qasî ya 4 dewletan e. Ji ber vê yekê dewletên navneteweyî nikarin xwe li destketiyên me yên bi xwînê qezenç kirine rabigire û bi destekdayînê berê van çeteyan didin me."

'EM MAFDAR IN, EM Ê WINDA NEKIN'

Mihemmed bal kişand ser mexdûriyeta gelê Kobanê ya ji ber mercên zivistanê û got, "Em ê di dema herî nêz de xaka xwe ji van keriyê çeteyan paqij bikin û li qadên xwe yên jiyanê vegerin. Bila kes ne li benda têkçûna Kobanê be. Hevalên me yên YPG û YPJ'yî niha ji bo xaka me û rûmeta me têdikoş in. Li gorî agahiyên ji me re tên, pêşketinên erênî hene. Ez bawerim ku em ê di demeke nêz de li xaka xwe vegerin. Ji bo careke din çeka xwe hilgirim û di vê têkoşîna bi rûmet de cihê xwe bigirim, li benda başbûna lingê xwe me. Em têkoşîneke mafdar dimeşînin. Têkoşîna em dimeşînin ji bo zimanê me, xaka me, nasnameya me ye. Têkoşîneke mafdar ti carî winda nake."