Kahramanê biguleya çeteyan jiyana xwe jidest da hate definkirin
Kahramanê biguleya çeteyan jiyana xwe jidest da hate definkirin
Kahramanê biguleya çeteyan jiyana xwe jidest da hate definkirin
Cenazeyê welatiyê bi navê Şukru Kahraman ku li Serêkaniya Serxetê bi guleya topê ya ji aliyê çeteyên El Nusra ve hatiye avêtin jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê di navbera çeteyên Eniya El Nusra ku girêdayî çeteyên El Qaîdeyê ne û YPG'ê şerên dijxwar diqewimin. Di vê çerçoveyê de dema ku çete tengav dibin êrîşê li her derê dikin. Duh êrîşkarên çeteyan ku li herêma Esfer Neccar bicihbûne, guleyên topan avêtin Serêkaniya Serxetê û di encamê de li axa Cumhuriyetê Şukru Kahramanê 43 salî ku li nava zeviya xwe bû jiyana xwe ji dest da.
Duh derengiya şevê cenazeyê Kahraman ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan ya Rihayê hat girtin. Bi karwanekî dirêj cenazê Kahraman anîn Serêkaniya Serxetê û karwan li herêma Kepezê ji aliyê hemwelatiyan ve hat pêşwazîkirin û yekser birin goristanê. Cenaz piştî nimêja bi lorîkên jinan hate definkirin.
Li gel Kahraman zarokên wî jî birîndar bûn. Mehmet Kahramanê 24 salî pîştî dermankirinê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê derket. Zarokê 12 salî Ehmed Kahraman jî piştî mudaxeleya yekemîn sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan ya Rihayê kir.