Jiyana Elemhûlî bû mijara romanê
Jiyana Elemhûlî bû mijara romanê
Jiyana Elemhûlî bû mijara romanê
Jiyana gerîlaya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şîrîn Elemhûlî ya ji aliyê Îranê ve hat darvekirin, bû mijara romanê. Di pirtûkê de cih ji du nameyên Şîrîn Elemhûlî û gelek wêneyan re hatiye veqetandin.
Romana bi navê Pepûleya Azadiyê hat weşandin, ji aliyê girtiyekî ji doza PKK'ê hikum xwariye ve hat nivîsandin.
Romana ku ji aliyê weşanxaneya J&J ve hat çapkirin û edîtoriya wê Dêrsim Oremar kiriye, wê di Fûara Pirtûkan a Stenbolê de bigihêje ber destê xwendevanên xwe.
Nivîskarê romanê Ehmedê Bilokiyê, ji sala 1993'an û vir ve weke hikumxwarê ji doza PKK'ê di girtîgehê de dîl tê girtin. Ehmedê Bilokiyê ji dema destpêka dîlgirtinê û vir ve gelek pirtûk di girtîgehê de nivîsand. Pirtûka bi navê Pepûleya Azadiyê ya li ser jiyana Şîrîn Elemhûlî, yekemîn berhema romanê ya nivîskar e.
Di dawiya pirtûkê de du nameyên Şîrîn Elemhûlî û gelek wêneyên wê hene.
Şoreşgera Kurd Şîrîn Elemhûlî ya bi hinceta "Mûxalaefet li Îranê kiriye û karên dijber meşandiye" hat darizandin, di 9'ê Gulana 2010'an de li gel girtiyên siyasî Elî Heydariyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan hat darvekirin.