Jinên Ciwan: Em ê li dijî xiyanetê şoreşê bilind bikin
Jinên Ciwan: Em ê li dijî xiyanetê şoreşê bilind bikin
Jinên Ciwan: Em ê li dijî xiyanetê şoreşê bilind bikin
Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, destnîşan kir ku ew ê nehêlin dîroka komplo û xiyanetê xwe dubare bike û dê li hemberî vê yekê şoreşê bilindtir bikin.
Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, derbarê êrîşa bombeyî ya li gundê Zexîre pêk hatibû û di encamê de 2 endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger jiyana xwe ji dest dabûn de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên şoreşa gel qebûl nakin weke her demê êrîşên xwe didomînin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku siyaseta ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê daye meşandin, rengê siyaseta cîhanê daye guhertin û divê cîhan jî israra gelê Kurd a serketinê bibîne.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku her du endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Berivan Murad û Şîlan Celal ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, ji roja destpêkê heta ku jiyana xwe ji dest dane bi sekn û jiyana xwe di xeta jina azad de israr kirine û bûne mînak.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger nahêle ku dîroka komplo û xiyanetê xwe dubare bike, li hemberî van hewldanan wê xeta şoreşê bilindtir bikin û ev bang hate kirin: “Em bang li tevahiya jinên ciwan dikin ku tevlî nava refên YPJ’ê bibin, şoreşa Kurdistanê bixemilînin û xwedî li têkoşîna her du hevalên me yên jin derkevin. Li ser vî esasî em soz didin ku em ê şopdarên wan bin.”