Jimara kursiyên Meclîsên Bajaran ên Başûr hatin diyar kirin

Jimara kursiyên Meclîsên Bajaran ên Başûr hatin diyar kirin

Komisyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinên Başûrê Kurdistanê li gorî jimara qanûna 3 ya sala 2009’an jimara kursiyên Meclîsên Bajarên Herêma Kurdistanê hatin diyar kirin.

Malpera Fermî ya Komisyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de  jimara kursiyên Meclisên Bajaran û kotaya jinan ya bajarê Silêmanî, Dihok û Hewlêrê bilav kir.

L i gorî biryara Komisyonê, jimara şêniyên Hewlêrê milyonek û 658 hezar kes in, 30 kursî ji bo Meclisên Bajaran û ji wan 30 kursiyan 9 ji bo kotaya jinan, 3 kursî ji bo Tirkmenan û 2 jî ji bo kildanî û aşûrî yan hatine diyar kirin. Li Hewlêrê ji bo her kursiyekê 55 hezar deng diyar kirine.

Her wiha jimara nîştecihên bajarê Silêmaniyê milyonek 931 hezar hatiye diyar kirin. Jimara kursiyan 32 ku ji wan 10 kursî ji bo rêjeya jinan û yek kursî ji bo kildanî û aşûriyan. Ji bo her kursiyekê zêdetir ji 60 hezar deng diyar kirine.

Jimara nîştecihên Dihok ê milyonek û 158 hezar hatiye destnîşan kirin û ji bo 28 kursî hatiye diyar kirin û ji wan jî 9 kursî ji bo kotaya jinane, yek kursî ji bo ermeniyan û 2 kursî ji bo kildanî û aşûriyan hatiye diyar kirin. Bi giştî ji bo her kursiyekê 41 hezar deng hatiye destnîşan kirin.