Ji YPG'yiyê birîndar banga li ciwanan: Roj roja şerkirinê ye
Ji YPG'yiyê birîndar banga li ciwanan: Roj roja şerkirinê ye
Ji YPG'yiyê birîndar banga li ciwanan: Roj roja şerkirinê ye
Şervanê YPG'ê Ridwan Xelîl ê di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de du caran birîndar bû, li bendê ye ku baş bibe û vegere eniya şer. Xelîl got, "Roj roja şerkirinê ye, roja betaliyê nîne" û bang li tevahiya ciwanên Kurd kir ku tevî berxwedana YPG/YPJ'ê bibin û xaka xwe biparêzin.
Şervanê YPG'ê Ridwan Xelîl, ku di destpêkê de li gundê Rehmê bi fîşeka çeteyên DAIŞ'ê ya li pişta wî ket birîndar bû û piştî tedawiyê careke din vegeriya eniya şer, berî 10 rojan li eniya başûr di şerekî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û ew anîn Pirsûsê. Di tedawiya destpêkê ya li Pirsûsê de ji ber ku emeliyat bi rîsk hat dîtin fîşekên di bedena Xelîl de nehat derxistin. Niha jî bi malbata xwe ya ji Kobanê koç kiriye li gundê Nanelî ye. Xelîl li bendê ye ku baş bibe û careke din vegere cem rêhevalên xwe yên li eniya şer.
'DI ŞER DE EM XURT IN, EM Ê BI SER BIKEVIN'
Xelîl ê bi gopalan dimeşe, tevî vê rewşê jî bi tenê li şerê li Kobanê difikire. Xelîl da xuyakirin ku li gel çekên sivik ên li dijî çeteyên bi çekên giran jî, di şerê li Kobanê de moralê hevalên wî yên YPG û YPJ'yî gelekî bilind e û got, "Tevî ku em bi keleşan jî şer dikin, di şer de em gelekî xurt in. Ez bawer im ku em ê bi ser bikevin."
Xelîl da zanîn ku têkoşîna wan têkoşîna parastina welatê xwe ye û got, "Em ê ti carî dest ji xaka xwe bernedin. Ji ber ku ev der welatê me ye. Em welatê xwe diparêzin. Ew êrîşî me dikin, ew ê winda bikin."
'MIN XWEST LI WIR ŞEHÎD BIKEVIM'
Xelîl anî ziman ku tevî du caran birîndar bû jî wî nexwestiye bê Pirsûsê, xwestiye li wir di şer de li cem hevalê xwe bimîne û got, "Min xwest li wir şehîd bikevim. Gelek hevalên me, rêhevalên me şehîd ketin, birîndar bûn. Me ti carî birîndarên xwe li erdê nehiştin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe dixwazim ji bo Kobanê şer bikim."
'BILA CIWAN YPG'Ê BI TENÊ NEHÊLIN'
Xelîl herî dawî bang li ciwanên Kobanê yên hatine Pirsûsê û tevahiya ciwanên Kurdistanê kir û got, "Daxwaza min ji hevalên ciwan ew e ku YPG û YPJ'ê bi tenê nehêlin. Bila di çeperan de cih bigirin. Banga min li tevahiya ciwanan ew e ku di nava YPG û YPJ'ê de cih bigirin û têbikoş in. Roj roja şerkirinê ye, ne roja betaliyê ye."