Ji Şaredariya Derya Spî kûrsên havînê yên bê pere

Ji Şaredariya Derya Spî kûrsên havînê yên bê pere

Navenda Şêwirmendiya Tendurisityê ya Ciwan û Zarokan a Şaredariya Akdenîzê, dest bi karê xebatgehên bê pere yên dema nû kir. Li navendê li gel kûrsên amadeyî yên YGS/LYS her weha wê kûrsên şano, tenbûr, gîtar û govendê jî bide.

Li Mersînê, Şaredariya Derya Spî ya BDP'yî, ji bo gel xizmet û projeyên xwe dewam dike. Navenda Şêwirmendiya Tendurisityê ya Ciwan û Zarokan a Şaredariya Akdenîzê dest bi karê xebatgehên bê pere yên dema nû kir. Li navendê li gel kûrsên amadeyî yên YGS/LYS her weha wê kûrsên şano, tenbûr, gîtar û govendê jî bide.

Serlêdanên ji bo qeydkirina li kûrsan, heta 18'ê Tebaxa sala 2013'an divê li Navenda Kûrsa Mufide Îlhan a li Taxa Mesûdiye bê kirin. Yên dixwazin li navendê tevlî karên xebatgehê bibin, dikarin ji heman navendê pêşagahiyên der heqê qeydê de bigirin.

Şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk bang li malbatên ku rewşa wan a maddî nebaş e û zarokên wan xwe jib o YGS û LYS amade dikin kir ku, zarokên xwe tevlî van karên xebatgehê bikin.